Yekîtiya Efrîkayê bersiva Trump da: Li bakurê Nîjeryayê qirkirin nîne

Serokê Komîsyona Yekîtiya Efrîkayê (AB) Mahamud Elî Yusuf, li hemberî îdîayên Serokê DYE’yê Donald Trump ku li Nîjeryayê li dijî Xiristiyanan ‘qirkirin’ tê kirin bersiv da û got ‘Qirkirin nîne.’

Serokê Komîsyona Yekîtiya Efrîkayê Mahamud Elî Yusuf di civîneke çapemeniyê ya hevpar de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li New Yorkê axivî û diyar kir ku rewşa li Nîjeryayê bi aloz e û got, "Qirkirin nîne."

Nîjerya, ku nifûsa wê 230 milyon e li du herêman dabeş dibe. Li başûr piranî Xiristiyan û li bakur jî piranî Misilman dijîn.

Ji sala 2009’an vir ve êrîşên komên çekdar ên wekî Boko Haram û şaxê Efrîkaya Rojava ya DAÎŞ’ê (ISWAP) bûne sedem ku zêdetirî 40 hezar kes bên kuştin û bi mîlyonan kes koçber bibin.

Yusuf diyar kir, "Qurbaniyên yekem ên Boko Haram Misilman in," û destnîşan kir ku tundiya li Nîjeryayê nikare wekî qirkirineke olî were binavkirin.