Yekemîn şervana YPJ'ê jiyana xwe ji dest da
Yekemîn şervana YPJ'ê jiyana xwe ji dest da
Yekemîn şervana YPJ'ê jiyana xwe ji dest da
Navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) eşkere kir ku yekemîn şervanê YPJ’ê Silav di pevçûnên gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Navenda ragihandinê YPJ’ê ragihand ku ji 5 şehîdên li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dane yek ji wan endama YPJ’ê bû ku yekemîn şehîd ji YPJ’ê ye ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê xwîna xwe erzan da. Bi nasnav Silav navê rast Meryem Mihemed li gundê Elendara ya navçeya Reco ya efrînê di sala 1991’an de ji dayîk bûye. Navê bav: Selah, navê dayîkê: Emîne.
Her wiha dê merasîma spartina wê ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê were lidar xistin û ber bi goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqli ya navçeya Cindirêsê were oxirkirin.