Yekemîn şaredara jin a Elbakê Eylem Açikali
Yekemîn şaredara jin a Elbakê Eylem Açikali
Yekemîn şaredara jin a Elbakê Eylem Açikali
Piştî Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan ji ber pirsgirêkên tendurîstiyê ji şaredariya Elbakê îstîfa kir Eylem Açikalin bû Şaredara Elbakê. Bi vê yekê yekem car jin li Elbakê dibe şaredar.
Piştî Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan ji ber pirsgirêkên tendurîstî ji şaredariyê îstîfa kir, ji bo Şaredariya Elbakê jin hat hilbijartin.
Di hilbijartina ji aliyê endamên Meclîsa Şaredariya Elbakê ve pêk hat Eylem Açikalin ji şaredariyê re hate hilbijartin. Açikalin di 24'ê kanuna 2010'an de di operasyona bi navê "KCK'ê" de hate binçavkirin û 3 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê de ma û pişt re serbest hatibû berdan.
Açikalin piştî hilbijatinê axivî û wiha got: "Ev hilberîna xebata me ya hevpar e. Em xebata kolektîf esas digirin. Li Elbakê her tim jin di malê de ma lê niha hate asta şaredariyê bike û ev yek jî nîşaneya ked û têkoşînê ye. Em dê li Elbakê cihê jinê di cavikê de bêtir nîşan bidin. Em weke jin dê guherîna raman pêk bînin."