Karesatên li Derya Spî ku di nava du hefteyên dawî de rê li ber mirina zêdeyî hezar kesî vekir, nayê astengkirin. Yekîtiya Ewropa (YE) bi biryar e serî li tedbîrên tund ên ku dikare rewşê xirabtir bikin, bide.
Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên dîplomatîk ên YE ve hatin dayîn, bi zêdekirina hêza operasyonê ya Polîsê Sînor ê Ewropayê (Frontex) re, tê plankirin ku li Derya Spî bêhtir kontrol werin kirin.
Li gorî daxuyaniyeke çapemeniyê ya Komîsyona YE, wê şebekeyên qaçaxçitiya mirovan dikin, hedef werin girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, 'keştiyên ji aliyê şebekeyan ve tên bikaranîn, ji bo werin zevtkirin û tinekirin wê operasyonên rêkûpêk werin meşandin."
Komîserê Karên Hundir ê Yekîtiya Ewropayê Dîmîtrîs Avramopûlos jî der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger tedbîr neyê girtin wê krîz kûrtir bibe. Avramopûlos got, "Divê em tedbîrên yekser, pratîk û şênber werbigirin. Eger em niha nekevin nava tevgerê, krîz wê di mehên pêş de girantir bibe."
Tê payîn ku li ser tedbîrên li hemberî herikîna penaberiyê, wê roja Pêncşemê pêşkêşî civîna bilind a lîderan a awarte ya li Brukselê were kirin.
Di sala derbasbûyî de 170 hezar penaber derbasî Îtalyayê bûn û ji van 63 hezarî serlêdana penaberiyê kirin. Di sala 2004'an de ji penaberên di ser Derya Spî re hatin welatên YE, 50 hezar di ser Yewnanîstan, 7 hezar 800 di ser Spanya û bi qasî 43 hezar jî di ser Balkanan derbas bûn.