YE wê bi 9 mîlyon euroyî pêşî li drama penaberan bigire!

YE plan dike ku butçeya ji bo kontrolên Derya Spî derxîne 9 mîlyon euroyî û bi vî rengî dawî li drama penaberan bîne.

Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo pêşî li drama penaberên Derya Spî bigire, biryar da ku operasyona kontrolê ya bi navê ‘Trîton’ xurt bike.  YE plan dike ku butçeya ji bo kontrolên Derya Spî derxîne 9 mîlyon euroyî û bi vî rengî dawî li drama penaberan bîne.

Di hefteyên bihurî de ji hezarî zêdetir penaber di navbera Îtalya û Lîbyayê de jiyana xwe ji dest dan û duh Civîna Bilind a YE’yê civiya û biryar dan ku tedbîrên polîsiye zêde bibin. Li gorî vê, butçeya ji bo opersyona bi navê Trîton a di meha mijdarê de girêdayê Polîsê Sînor a Ewropayê Frantex hat destpêkirin de, wê sê qat bê zêdekirin.

Tê plankirin ku bûçteyê derxînin 9 mîlyon euroyî û xebatên Trînto yên li Akdenîzê bên zêdekirin.

Opresyona Trîton, piştî ku operasyona bi navê Mare Nostrum a Îtalyayê bi dawî bibû şûnde, di mijara 2014’an de ketibû dewrê. Bi saya Mare Nostrum 150 hezar penaber hatibûn rizgarkirin, bi saya Trînton a girêdayê Frontexê jî din ava 6 mehan de 11 hezar û 400 penaber hatin rizgarkirin.

Di operasyona Mare Nostrum ya ku salekê xebat meşand de ekîbeke ji 900 kesî pêk dihat beşdar dibû, 9 helîkopter, du balafir, wê pêgehên hewayî yên bê mirov û 5 keştî jî amade bûn.  Di Trîtona de jî 7 keştî, 2 balafir, helîkopterek û 650 personel beşdar dibûn.