YE û Yewnanîstanê li hev kirin

Di civîna Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî krîza aboriya ya li Yewnanîstanê serokan li hev kir.

Serokê Konseya YE Donald Tusk, diyar kir ku piştî muzakeraên dirêj  di mijara bernameyeke aborî ya nû ji bo Yewnanîstanê li hev kirine.

Tusk di civîna çapemeniyê yali Brukselê got, “Civîna Euro bi bi dengdanê biryar girt. Her kes ji bo bernameyeke ESM a piştgiriya fînansî bide Yewnanîstanê û reformên cidî amade  ye.”

Tusk, diyar kir ku wê peyman ji aliyê meclîsa Yewnanîstanê jî bê destgirtin û divê hikûmeta Syrîza hin tedbîrên şidandina kemerê di rojên pêşiya me de bixe meriyetê.

Muzakereyên zor û zehmet ên du rojan dewam kirin, bi awayê muzakereyên çarmend pêk hatin. Nûnerên Yewnanîstan, Elmanya, Fransa û YE yên tevahiya şevê xebitîn di mijara planeke nû ya rizgarkirinê de li hev hatin.

Hat ragihandin ku wê reşnivîseke vê biryarê pêşkêşî Herêma Euro bê kirin.

Serokê Komîsyona Ewropayê  Jean Claude Juncker jî diyar kir ku Yewnanîstan di Herêma Euro de bimîne.