YE firotina 700 dermanên ji Hîndîstanê hatine anîn sekinand
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da xuyakirin ku firotina 700 dermanên li Hîndîstanê hatine çêkirin û dihat xwestin ku li welatên Ewropayê werin firotin, hatiye sekinandin.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da xuyakirin ku firotina 700 dermanên li Hîndîstanê hatine çêkirin û dihat xwestin ku li welatên Ewropayê werin firotin, hatiye sekinandin.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da xuyakirin ku firotina 700 dermanên li Hîndîstanê hatine çêkirin û dihat xwestin ku li welatên Ewropayê werin firotin, hatiye sekinandin. Hat ragihandin ku temamiya van dermanan jenerîk in û ji ber naveroka wan a di dema hilberînê de li dijî qanûnê ye, ev biryar hatiye stendin.
Di nûçeya li rojnameya Le Monde de hat ragihandin ku pirsgirêka di dermanan de di dema kontrola par a ji aliyê mufettîşên Fransî de tespît bûye û komîsyonê ev biryara xwe di 20'ê Tîrmehê de stendiye.
Li gorî nûçeyê, der barê dermanên jenerîk ên li bajarê Haydarabad ê Hîndîstanê testên wan ji aliyê şîrketa GVK Biosciences ve hatine kirin de, agahiyên ji rayedarên Yekîtiya Ewropayê re hatine dayîn ne rast in. Hat diyarkirin ku derman ji aliyê biyolojîk ve bi kêmasiyeke ku li dermanên li YE neyê, hatine hilberîn.
Tê gotin ku ev biryar Komîsyona YE ji 20'ê Tebaxê û pê ve bikeve meriyetê, lê belê ev biryar ji bo dermanên 'xwedî girîngiyeke krîtîk' ên pêwîstiya lezgîn pê heye, dibe ku 2 salan bê taloqkirin.
Der barê dermanên nêzî rastiyê (jenerîk) ên li Hîndîstanê tên çêkirin de, beriya YE, Elman ya Fransa, Luksembûrg û Belçîka ketibûn nava tevgerê û di meha Kanûna par de firotina van dermanan sekinandibûn.