YDGK-H li Enqerê çalakî lidar xist
YDGK-H li Enqerê çalakî lidar xist
YDGK-H li Enqerê çalakî lidar xist
Aktîvîstên YDGK-H, qada Tûzlûçayir a Enqerê li trafîkê girtin û çalakî lidar xistin.
Hejmareke zêde aktîvîsên Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Demokratîk (YDGK-H) li Qada Tûzlûçayir a Enqerê li hev kom bûn û îlana tevgera xwe silav kirin.
Jinên Ciwan pankarta bi nivîsa "Di xeta Ş. Bêrîtan de em xwe rêxistin bikin, Bi Sarayan re em azad bibin" vekirin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) jî bi pankarta "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî YPG" hatin qêrîn.
Di çalakiya tê de alên PKK'ê hat vekirin de, keçeke ciwan a rûpêçandî da xuyakirin ku ewê bi pêşengiya jinên şoreşger têkoşînê bilind bikin û got, "Partiya me PKK wezîfeya di vê pêvajoyê de dikeve ser milê xwe bicih tîne. Dewleta mêtînger û talanker a Tirk, hînê li Kurdisatnê qereqolan lê dike, Kurdistanê talan dike, li Erdîşê 250 hezar daran dibire, kujerên Roboskiyê diparêze, girtiyên nexweş li girtîgehan radigire. Emê bi şiyara "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" çiya, deşt û zoanan dagirin. Aştiyeke bê gerîla û bê Rêber Apo, ji aliyê me ve nayê qebûlkirin."
Piştî daxuyaniyê, ciwanan bi fîşekên hewayî pîrozbahî lidar xistin. Dûre sirûda "Çerxa Şoreşê" xqwendin û ber bi Qaa Tûzlûçayirê ve ketin ser rê. Ciwanan rêya li Qada Tûzlûçayirê li trafîkê girtin û bendên li vê derê danîn, şewitandin.
Ciwanan demeke dirêj dirûşme qêriyan û li dîwarana nivîsên "YDGK-H û KCK, PKK" nivîsandin. Çalakgerên dûre vegeriyan qadê, pankartên xwe bi dara vekirin û demeke dirêj li gora agir govend gerandin.
Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.