YDG-H: Ruhê 14’ê Tîrmehê banga berxwedanê ye!

YDG-H: Ruhê 14’ê Tîrmehê banga berxwedanê ye!

Tevgera Ciwanên  Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), şehîdên 14’ê Tîrmehê yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ku bi bîr anî banga bilindkirina têkoşînê kir.

Di daxuyaniya YDH-G’ê de tê destnîşankirin ku berxwedana Kemal Pîr, M.Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bênavber berdewam dike û wiha didome: “Bi daxuyaniya Rêber Apo ya di Newroza 2013’an re ku em di merheleyeke nû û dîrokî re derbas dibin, em ketine 32’yemîn Salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin. Em dîroka 14’ê Tîrmehê ya wek îfadeya ji ariya xwe ji nû ve çêbûna gelê Kurd e, di şexsê şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin de em tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin û em soza xwe ya ku em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê dubare dikin.

Di destpêka salên 1970’an de li hemberî dîroka bi lanet û tarî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê weke qederekê hatibû qebûlkirin, Rêber Apo bi gotina “Kurdistan Mêtingeh e!” têkoşîneke nû destpê kir. Tevgera PKK ya îfadeya ji nû ve çêbûna gelê Kurd e bû tevgereke hêvî û berxwedanê ya ji vê dîroka bi lanet got, “RAWESTE”.  Ji ber vê bi destanên lehengiyê berdêlên pirr mezin tên dayîn. Di Zîndana  Amedê de li hemberî koletî û xiyaneta ku faşîzma 12’ê Îlonê dida ferzkirin, berxwedana bi heybet a şehîdê me yê mezin Mazlum Dogan bi sê darikên kibrîtê destpê kir, çaran ku bedena kirin gilokeke ji agir ev berxwedan berdewam kirin bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ya sala 1982’yan re gihişt asta herî jor. Ev berxwedan bêguman îfadeya gelê Kurd a ji dîroka tarî ber bi roniyê ve ye. Di heman demê de temînata serketinê ya têkoşîna azadiya me ye.

EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

YDG-H di dawiya daxuyaniya xwe de ku banga bilindkirina têkoşînê dike, daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe: “Em careke din dubare dikin ku heta azadiya Rêber Apo û rizgariya demokratîk a Kurdistanê pêk neyê aştiyeke bi rûmet jî çênabe. Ji ber vê sedemê em bang li tevayî ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, şoreşger û egîd dikin ku bi ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê re têkoşînê bilind bikin û têkoşîna şehîdên me bigihînin serketinê.”