YDG-H li Stenbolê meşiya

YDG-H li Stenbolê meşiya

Endamên YDG-H'ê, li Sarigazî ya Stenbolê li dijî fûhuş, çete û hewldanên ajankirinê, meşek lidar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), di çarçoveya kampanya "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" de li dijî narkotîk, fûhûş û hewldanên ajankirinê, li kolana Demokrasî ya Sarigaziyê meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşmên "Emê rê nedin çeteyan", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG", "Li ber xwe bide Taksîm Apocî bi te re ye" û "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn. Li dû daxuyaniyê, ciwanan bi fîşekên hewayî dawî li çalakiya xwe anîn.