YDG: Em ê li hemberî êrîşa li Cizîrê bê deng nemînin

YDG: Em ê li hemberî êrîşa li Cizîrê bê deng nemînin

Rêveberiya Botanê ya Ciwanên Welatparêz û Şoreşger bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku divê tu kes li hemberî êrîşa çekdarî ya ku roja 23’yê nîsanê li dijî meşê pêk hat bê deng nemînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldanên ji bo sabotekirina pêvajoya aşitiyê ya ji aliyê Rêrberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û tevgera Kurdan ve hatiye destpêkirin, tên kirin û bi bîr xist ku di êrîşa çekdarî ya polîsan a 2y’ê nîsanê li  Cizîrê pêk hat de 6 ciwan birîndar bûne.

YDG’ê destnîşan kir ku polîsên dewleta Tirk a qirker li Kurdistanê terorê pêk tînin û diyar kir ku ew li bendê ne ku divê ciwan li hemberî van êîrşan bê deng nemînin û got: “Divê her kes bizane dest û lingê ciwanên Kurd ne girêdaye û dê bersivê bide van provakasyonan. Ciwanên Kurd ne qûrbanên tu kesî ne, dê xwe li hemberî êrîşên dijmin biparêze û parastin mafê wna ê herî rewa ye.”

YDG herî dawî ev bang kir: “Li ser vî esasî di serî de ciwanên BOTANê em bang li hemû ciwan ûg elê Kurdistanê dikin ku bi serhildanan êrîşa provakatîf a ku li Cizîrê pêk hat vala derbixin û mêtîngeriyê ji Kurdistanê derbixîne û heta azadiya Rêber APO kolanan bike qada serhildanê”.