Yakut li ser gora xwe hat bîranîn
Yakut li ser gora xwe hat bîranîn
Yakut li ser gora xwe hat bîranîn
Xebatkarê Çapemeniya Azad Nîhat Yakut (Samet) ê hate qetilkirin li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliyê malbat û xebatkarên Çapemeniya Azad ve hate bibîranîn.
Xebatkarê Çapemeniya Azad Nîhat Yakut (Samet) ê di 1998’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hate qetilkirin li ser gora xwe ji aliyê malbat û xebatkarên Çapemeniya Azad ve hate bibîranîn. Ji xebatkarên Çapemeniyê Hakî Boltan ê di bîranînê de axivî diyar kir ku ew di şexs Yakut de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr tînin û pênûsa hevalên wan li erdê nemaye.
Boltan ê ku nirxandina “Şehîdên me bi canên xwe û têkoşîna xwe mîrateyeke mezin j ime re hiştine em minetarên wan in” kir wiha berdewam kir: “Em li vir li ser gora hevalên xwe careke din soz didin ku çawa li hemû cihanê têkoşîna azadiyê tê dayîn dê têkoşîna çapemeniya azad jî wisa bê dayîn. Em bi vê armancê derketin rê. Yên ku duh derketin li ser riya me xwestin astengiyan derxînin îro ketin nava tarîtiyê. Em ê destûr nedin ew derkevin ronahiyê.”
Piştî axaftinan dua hatin xwendin û malbat û xebatkarên Çapemeniya Azad li goristanê veqetiyan.