Xwişka Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

Xwişka Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

Xwişka Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan, Adîle Ceylan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Xwişka Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan Adîle Ceylan (65) ku li gundê Kesan yê girêdayî navçeya Pirsûsa Rihayê, şeva din li gund krîza dil girt. Ceylana ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Di demjimêrên sibehê de karwana ku BDP’yî û gelek welatî jî li gel cenazeyê Ceylan anîn gundê Kesanê. Ceylana ku hate veşartin, li gundê Kesanê konê şînê hate vedan.

Ceylan ku aktîvîsta Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Pirsûsê bû, hate hînbûn ku 2 zarokên wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane.