Xwendekarên Kurd bi zexta ajankirinê re rû bi rû ne

Xwendekarên Kurd bi zexta ajankirinê re rû bi rû ne

Xwendekarên ku li Zanîngeha Alparslan a Mûşê dixwînin rastî zextên polîsan ên ajankirinê tên.

Endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Mûşê (MED-DER)  ji ajansa nûçeyan a dîcle (DÎHA) re axivîn û  dan xuyakirin ku, ji ber hin aktîvîteyên hatine lidarxistin, ji aliye polîsan ve hatine binçavkirin û îddîakirin ku di bin çavan de polîsan teklîfa ajantiyê li wan kirine.     

Yek ji xwendekarên Zanîngeha Alparslan Fuat Yaman  anî ziman ku rastî zextên polîsan tên û wiha berdewam kir:  "Piştî ku pêvajoya çareseriyê destpê kir nêzîkatiyên dewletê pirr hişk bûn. Em bi tena serê xwe nikarin biçin malen xwe. Malen me her tim di bin kontrolê de ne. Emniyetê 3 hevalên me girtin. Û teklîfa ajantiyê li wan kirin. Ji wan re hatiye gotin,  'Hûn agahiyên pêwîst bidin me, wê navên we ligel me bimînin. Wê haya tu kesî ji agahiyên we nîn be. Tenê hûn agahiyan ji me re bînin.’ Wêneyên hin hevalên me nîşanî wan dane û ji wan re gotine, 'Der barê wan de îfade bidin. Qet wê navên we derbas nebe. Bêjin bê wan ew kar kirine.' Wan tiştan li ser hevalên me ferz dikin.”

JI REKTORIYÊ ZEXTA LÊPIRSÎNÊ!

Yaman destnîşan kir ku ji aliye Rektoriya Zanîngeha Alparslan jî ji ber beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê û her wiha beşdarî aktîvîteyên din bûne der barê 10 xwendekaran de lêpirsîn hatiye vekirin. Yaman axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Em ketine hefteya ezmûnan. Zext hîn zêdetir bûne. Dixwazin em dest ji dibistanê berdin û biçin. Em dixwazin dengê xwe bilind bikin. Em didin xuyakirin ku em serî ji van zext û polîtîkayên qirêj re natewînin. A em ji hevalên xwe dixwazin ev e ku piştgiriyê bidin me. Û neyên van lîstikan.”

Dîsa yek ji xwendekarên Zanîngehê Bîlal Başak jî, destnîşan kir ku polîsan wêne nîşanî hevalên wan kirine û ji wan pirs kirine ka wan nas dikin an na û teklîfa ajantiyê li wan kirine.      

Rayedarên Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mûşê gotin ku tu agahiya wan ji vê mijarê nîn e.