Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Xwedîderketina li Şoreşa Rojava
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd di mijara Rojavayê Kurdistanê de di ezmûneke netewî de derbas dibe û got, "Rojava, Filistîna kurdan e. Çawa ku hemû ereb, cîhana Îslamê û mirovahiya pêşverû û demokratîk li cem gelê Filistînê ye, divê ku hemû kurd û hêzên demokrasiyê jî li cem gelê Rojava bin."
Endamê Konseya Rêvebera a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê Cemîl Bayik, zêdebûna êrişên demên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê rû didin nirxand û diyar kir, ku çeteyên êrişî Efrînî dikin, ji girtina deriyê sînor ê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hêz girtin. Bayik di gotara xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de, xemsarî û bêdengiya gelê Kurd a li pêşberî rûdanên li Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd di ezmûneke netewî re derbas dibe. Gotara Bayik a balê dikşîne ser hestiyariya ji bo Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî ye:
"Kurdên Rojava şoreşeke demokratîk a neteweyî ya ku aliyên wê yên civakî kûr pêk anîn. Di dîrokê de mirov ji kêm şoreşên wiha hemû beşên civakê digire nava xwe re şahidiyê dike.
Ji ber wê di serî de gelê herêmê û hemû cîhan bi baldarî dişopîne. Lê dijminên herêmê û dijminên azadî û demokrasiya Sûriyeyê êrîşî vê şoreşê dikin û dixwazin wê belav bikin. Êrîşên herî dawî yên çeteyên çekdar ên li dijî Efrînê wekî êrîşeke Seferên Xaçiyan bû. Ev êrîş, êrîşên hêzên paşverû yên di nav Sûriyeyê û derveyî wê ne. Dixwazin Şoreşa Rojava belav bikin.
Mixabin hin komên kurd ên marjînal jî ji van êrîşan keyfxweş in. Her wiha tê gotin ku piştgiriyê jî didin van êrîşan. Tenê ne kurdên Rojava, hemû kurd di ezmûneke neteweya demokratîk re derbas dibin, hin kesên dibêjin; em kurd in û li hemberî Şoreşa Rojava neyartiyê dikin bi rastî jî sosretî ye. Qirêjiya îxanetê nîşan didin.
Gelek Efrînî li bajarê Helebê dijîn. Nîv milyon kurdên ku li bajarê Helebê dijîn gelekên wan Efrînî ne. Piştî êrîşên çeteyan û dewletê, bi sedan Efrînî vegeriyan gund û bajarokên xwe. A niha nifûsa Efrînê ji milyonekî derbas kiriye. Piştî bi sedhezaran kes koçî Efrînê kirin, pirsgirêkên xwarin û vexwarinê derketin holê. Tengasiya ceryan, av û pêdiviyên bingehîn ên din tên jiyîn.
Di vê tengasiyê de deriyê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de hat girtin. Bi girtina deriyê sînor re, li gelê Rojava re gef tê xwarin û şantaj tê kirin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê helwesta xwe ne ji aliyê gelê Rojava, ji aliyê komek-duduyên marjînal de bi kar aniye.
Di vê dema gelê Eftînê gelek tengasiyan dikişîne de, derî bi awayekî bêberpirsiyarî hatiye girtin. Çeteyên ku derfet ji vê rewşê girtin, li Efrînê êrîşê kurdan kirin. Hatiye fêmkirin ku girtina derî cesaret daye komên çete.
Hesabên xwe li ser gelê ku tengasiyan dikişînin dê wan teslîmbigirin kirine. Bêguman dê gelê Efrînê li ber xwe bide. Şikandina berxwedana vî gelî ne hêsan e. Ji ber ku kurd dizanin heke li ber xwe nedin, dê çi bê serê wan.
Ev êrîş li gorî daxwaza wan kesê bi hev re dijminatiyê dikin e û wan êrîşan teşwîq dikin. Van êrîşan hem deweleta tirk û hem jî dewleta Sûriyeyê teşwîq dike. Tirkiye kurdan, rejîma Sûriyeyê jî muxalifan dixwazin di vî şerî de lewaz bikin. DYA û rojavayî jî dixwazin dema vî şerî dirêj bibe, hem rejîm û hem jî muxalif lewaz bibin û teslîmê wan bibin.
Ji ber wê jî li Sûriyeyê kî, ji kîjan aliyê ne diyar e. Belkî jî şerê herî qirêj yê sedsalê li Sûriyeyê tê meşandin. Di nava şerê li Sûriyeyê de destê her kesî heye.
Di nava şerekî ewqas qirêj de kurd dixwazin wekî hêzeke sêyemîn li derveyî vî şerê qirêj bimînin. Ne li dij û ne jî ligel tu hêzê disekinin, dixwazin pergala xwe ya azadiyê ava bikin. Şerê qirêj ê li Sûriyeyê rastiya vê polîtîkayê bi awayekî zelal radixe ber çavan. Lê hem dijminên kurdan û hem jî hin hêz dixwazin kurdan bikişînin nava vî şerî û kurdan ji vê sekna polîtîk bidin dûrxistin. Ji ber wê her roj bi provokasyoneke nû û bi êrîşekî dixwazin kurdan bikişînin nav vî şerê qirêj.
Ji ber hemû êrîşan jî kurd di helwesta xwe ya hêza sêyemîn de bi israr in. Gel û hêzên demokrasiyê nîşan didin ku ew hêzeke sêyemîn in, li tu aliyê cih nagirin, dê jiyana xwe azad û demokratîk ava bikin. Ev sekn ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn girîng e. ji ber wê jî ev sekn û berxwedana ku hatiye nîşandan, berxwedana hemû gelan e; gelek bi nirx û wate ye.
Hem paşverûtiya herêmê û hem jî paşverûtiya navneteweyî her yek ji wan a din wekî tehdît nîşan didin û dixwazin ku gel li hemberî vê gefê ligel wan cih bigirin. Paşverûtiya herêmê dibêje “heke ku tu naxwazî bibî xayîn û hevkar tu yê li cem min cihê xwe bigirî”; paşverûtiya navneteweyî jî dibêje “heke ku dixwazî ji îqtîdara despot xwe rizgar bikî tu yê li cem min cihê xwe bigirî.”
Ev herdu paşverûtî jî li ser gel tenê xwe ya xwe didin ferzkirin. Dixwazin ku gel û civak di nav van herdu tercihan de bi awayekî bêçare bimînin. Li Rojava kurd nîşan dan ku ew ne mecbûrî van herdu tercihan in, bi sekneke xweser a riya sêyemîn jî nîşan didin ku gel dikarin mafên xwe yên siyasî, çandî, ekonomîk bi dest bixin.
Bi serê xwe ev rewş bi tenê jî ji bo gelan gelek bi nirx û rûmetdar e. Ji ber van egeran li herêm û dinyayê mirovahiya pêşverû û demokratîk divê ku berxwedana gelê kurd a li Rojava wekî berxwedana wî bi xwe ye lê xwedî derkeve û piştgirî bidê.
Bêguman di serî de divê kurdên li hemû parçeyên welat piştgirî bidin berxwedana gelê kurd a li Rojava û xwedî li wê berxwedanê derkevin.
Encax hestiyariya hemû parçeyên welat a ji bo Rojava qels û lawaz e. Deriyê başûrê Kurdistanê tê girtin bertek kêm in, li Efrîn û derdora wî bi sedan jin, zarok, pîr û kal ji aliyê çeteyên çekdar ve rehîn tên girtin, lê dîsa jî bertek kêm in!
Ev bêhestiyarbûn nayê qebûlkirin. Rojava, Filistîna kurdan e. Çawa ku hemû ereb, cîhana Îslamê û mirovahiya pêşverû û demokratîk li cem gelê Filistînê ye, divê ku hemû kurd û hêzên demokrasiyê jî li cem gelê Rojava bin.
Serkeftina berxwedan û têkoşîna Rojava dê bibe serkeftina berxwedan û têkoşîna hemû gelan."