Xizmên windayan kedkarên SES'ê yên winda pirsîn

Xizmên windayan kedkarên SES'ê yên winda pirsîn

Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin di hefteya 218'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de çîroka kedkarên SES'ê yên di salên 90'an de hatin revandin û windakirin hat pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 218'an de bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan di hefteya 218'an de dîsa li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin revandin û windakirin hatin vekirin. Endamên Rêveberiya Herêmî ya ÎHD'ê Şevket Akdemir, rêveberên SES'ê yên Amedê û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amede Raci Bîlîcî diyar kir ku, wekî her hefteyê vê hefteyê jî aqûbeta windayan dipirsin û wiha got: "Lê hêj tu gav nehatine avêtin. Em dîsa dibêjin bila windayên me bên dîtin. Em vê hefteyê ji bo bîranîna kedkar û endamên xizmetkarên tenduristiyê yên SES'ê ku di salên 90'an de hatin windakirin pêk tînin.

Piştre Seroka Şaxa SES'e ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen jî kedkarên sendîka û tenduristiyê yên di salên 1990'an de jiyana xwe ji de dan bibîr anî û wiha got: "Şêxmûs Akinci, Mehmet Emîn Ayhan, Zekî Tanrikulu, Necati Aydin, Veysi Sizlanan, Hamît Pamuk, Îkram Damlayici wekî van kesên ku niha wêneyên wan li vir hatiye vekirin hatin revandin û qetilkirin. Hin jê li kolanan, hin jê piştî hatin sirgûnkirin hatin qetilkirin. Çankiri ji aliyê kesên nediyar ve hat qetilkirin. Necati Aydin hat revandin û hat qetilkirin. Piştî ji DGM'ê hat berdan di deriyê DGM'ê yê dawiyê re revandin û di 10'ê Nîsanê de li navçeya Farqîna Amedê cenazeyê wî hat dîtin. Aydin endamê SES'ê bû. Têkoşîna kedê dida û ji ber ku kurd bû hat qetilkirin. Me soz da ku em têkoşîna wan berdewam bikin.

Piştî axaftina Alokmen, çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan li Êlihê jî bi heman armancê li kolana Gulistanê çalakiya xwe ya heftane berdewam kir. Li vir jî wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin revandin û hatin qetilkirin vekirin. Komê di çalakiyê de pankarta "Bila kesên winda kirin û kesên hatin windakirin bên dîtin û hesab bê pirsîn" vekirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê Endamê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, KESK, MEYA-DER'ê jî di navde gelek kes amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekincî diyar kir ku, ji bo windayên 1990'an bên dîtin û kujer bên darizandin 218 heftene çalakiyan pêk tînin û heta encamê bigirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Ekînci anî ziman ku, li ser erdnîgariya kurdan 30 salin şer tê meşandin û zêdeyî 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane. Ekîncî da zanîn ku, ji ber şerê heyî û windayan gelek zarok sêwî û êtîm man û xwest êdî ev şer bi dawî bibe û hesab ji kujeran bê pirsîn û aqûbeta windayan jî bê ronikirin. Ekinci daxuyand ku, bi hezaran gund hatin valakirin û bi milyonan welatî koç bûn û xwest êdî ev mexdûriyet êdî bi dawî bibe.

Li vir jî piştî axaftina Ekîncî çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.