Xizmên wendahiyan aqûbeta M. Nezîr Dûman pirsîn
Xizmên wendahiyan aqûbeta M. Nezîr Dûman pirsîn
Xizmên wendahiyan aqûbeta M. Nezîr Dûman pirsîn
ÎHD û xizmên wendahiyan, vê heftê aqûbeta Mehmet Nezî Dûman ê ji aliyê çekdarên sivîl ve li navçeya Hezexê hat revandin û dûre hay jê çê nebû, pirsîn.
ÎHD Şaxê Amedê û xizmên wendahiyan, çalakiya rûniştinê ya 231. a bi navê "Bila wendahî bên dîtin, berpirsyar bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê lidar xist.
Di daxuyaniya li çalakiyê de li gel hejmareke zêde welatiyan, Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemîr, endam û rêveberên ÎHD'ê, rêveberên MEYADER'ê, rêveberên Sendîkaya Kar a Şaredariyê û xizmên wendahiyan amade bûn.
Nûnerê ÎHD'ê Şevket Akdemîr li vir axivî û diyar kir ku kujerên bi hezaran mirovanên bûne qurbanên "kuştinên kiryar nediyar" ên di salên 90 de diyar in û tevî hemû delîlan jî nehatine darizandin û cezakirin. Akdemîr destnîşan kir ku divê lêpirsîna Ergenekonê derbasî rojhilatê Firatê bibe.
Akdemî got, "Em dizanin aştî çiqasî zor e. Di vê rê de bi hezaran hevalên me hatin kuştin. Gelek endam û rêveberên ÎHD'ê di êrîşên "kiryar nediyar" de jiyana xwe ji dest dan, hatin êşkencekirin û girtin. Tevî ku di ser kuştina Vedat Aydin re 22 sal derbas bûne jî kiryar ne hatine dîtin. Ev çi dewlet e, ev huqûqeke çawa ye?"
Li dû Akdemîr, Endama Komîsyona Mirovên di binê Çavan de hatine wendakirin a ÎHD'ê parêzer Necîbe Guneş Perînçek, behsa çîroka Mehmet Nezîr Dûman ê di sala 1993'an de li navçeya Şirnex Hezexê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û ji hingî ve hay jê tineye, kir.
Perînçek got, "Malbata wî serî li saziyên fermî da. Lê belê heta roja îro ti pêşketin tineye. Piştî revandinê, heta niha haya kesî ji Mehmet Nezîr Dûman tineye."
Guneş Perînçek her weha bang li gelê Amedê jî kir ku piştgiriyê bide vê çalakiya wan a ji 31'ê Çileya sala 2009'an û vir ve bênavber lidar dixin, da ku ev çalakî encamê bigire.
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin.