Xizaniya li Yekîtiya Ewropayê zêde bû
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ve hat weşandin, rêjeya xizaniyê ya li welatên xizan kêm dibe, lê li Ewropayê zêde dibe.
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ve hat weşandin, rêjeya xizaniyê ya li welatên xizan kêm dibe, lê li Ewropayê zêde dibe.
ILO destnîşan kir, ku ji bo qedandina rewşa xizaniyê, di nava 15 salan de pêwîstî bi 10 trîlyon dolarî heye.
Li gorî rapora ILO, ji sedî 36 ê mirovên li 107 welatên bi pêş de diçin dijîn, rojane xwedî hatineyeke ji 3,10 dolarî ne. Ev rêje di sala 1990'î de ji sedî 67 bû û di nava 26 salên dawî de bi qasî nîvî kêm bû.
Li welatên bi pêş dikeve, rêjeya mirovên qezenca wan a rojane li binê 1,90 dolarî de ne û di nava 'xizaniya giran' de dijîn, ji sedî 15 ye.
Di sala 1990'î de rêjeya mirovên di nava xizaniya giran de dijiyan, ji sedî 46,9 bû.
Rêjeya xizaniyê li welatên Asya û Pasîfîk kêm bû, lê li welatên Afrîkayê ku rêjeya hatineyên kêm di asteke bilind de ye, hînê li asta ji sedî 47'an e.
Li welatên pîşesaziyê, rêjeya xizaniyê bi rengekî balkêş zêde bû. Li gorî raporê, rêjeya xizaniyê li welatên Yekîtiya Ewropayê, di sala 2012'an de ji sedî 16,8 bû, lê ev rêje di sala 2014'an de gihaşt ji sedî 17,2. Ev rêje di sala 2008'an de ji sedî 16,5 bû.
SALANE 600 MÎLYAR DOLAR DIVÊ
Li gorî rapora bi serenavê "Di sala 2016'an de Pirsgirêkên Kar û Civakî yên Cîhanê" de, ku ji aliyê ILO ve hat amadekirin, ji bo bidawîkirina xizaniyê, salane 600 mîlyar dolar divê. Di raporê de hat destnîşankirin, ku di nava 15 salên pêş de divê di vî warî de 10 trîlyon dolar bên xerckirin.
Di raporê de, nebûna asta têrker a mezinbûna aboriyê û pirsgirêkên bingehîn ên îstihdamê, weke astengiyên sereke yên li pêşiya qedandina xizaniyê tên destnîşankirin.