Xelkê Siwêdayê xwest ku hêzên Şamê ji bajêr derkevin
Bi sedan welatiyên ku li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê kom bûn, xwestin ku hêzên hikûmeta demkî ji herêmê vekişin.
Bi sedan welatiyên ku li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyeyê kom bûn, xwestin ku hêzên hikûmeta demkî ji herêmê vekişin.
Li ser banga saziyên sivîl, bi sedan şêniyên Siwêdayê li Qada El Kerama a bajêr xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran siyasetên hikumeta veguhêz şermezar kirin û xwest hêzên wê ji bajar derkevin.
Xwepêşandêran pankartên bi nîvîsên rakirina ambargoya li ser Siwêdayê û vekirina korîdorên mirovî bi Urdinê ve, vekirin. Her wiha bertek nîşanî komîteya lêkolînkirina rastiyan dan ku duh hatiye avakirin û diyar kir ku komîte ne serbixwe, ne jî zelal e.
Xwepêşandêran der barê sûc û binpêkirinan de daxwaza vekirina lêpirsînekê û hesabpirsînê ji berpirsên wê kirin.