Xelîl: Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên bindest mînake

Xelîl: Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên bindest mînake

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê  Aldar Xelîl li ser daxuyaniyên li dijî Rêveberiya Demî û Şoreşa Rojavaya Kurdistan diyar kir ku, şoreşa herî rast ya di dîrokê de hatiye kirin ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest ku lêborîn ji malbatên şehîdan bixwaze.

Li ser daxuyaniyên dawî li ser Rojavaya Kurdistan û xebatên Rêveberiya Demî yên Dewletên herêmê,  Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û siyaseta Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji bo ANF’ê axivî. Xelîl dazanîn ku, şoreşa herî rast ya di dîrokê de hatiye kirin ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest ku lêborîn ji malbatên şehîdan bixwaze û wiha got: “Em vê gotina li Rojavayê Kurdistanê ku birêz Barzanî dibêje ‘şoreş li Rojavaya Kurdistanê tuneye’ wek nirxên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kêm kirine. Em vê gotinê wek kêmaniyekî dibînîn. Ne jî mafê ti kesê nîne ku gelekî weke gelê Kurd îro berxwedanek bê hempa dide û bi şoreşa xwe ji bo cîhanê dibe mînak, wiqasî biçûk bike û sivikatî lê bike. Divê birêz Barzanî vê nêzîkatiya xwe ya ne diberjewendiyê gelê Kurd de, li ber çavan derbas bike. Dîsan divê birêz Barzanî ji malbatên şehîdan, gelê me yê berxwedavan û kesên niha di çeperên şer de ne lêborîna xwe bixwaze.”

‘ŞOREŞA HERÎ RAST ROJAVA TEMSÎL DIKE’

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM Aldar Xelîl ji Serokê Herêmê Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyar kir ku, li ser şoreş çiye lêkolîn bike û wiha got: “Rastiyan kes nikare înkar bike ku şoreşa herî rast gelê Rojavaya Kurdistan temsîl dike. Di dîrokê de kesên gotine me şoreş kiriye binêrin jî, kêm gel wek gelê Rojavayê Kurdistanê şoreşa demokratîk pêkanîn e. Ger birêz Barzanî heta niha rastiya şoreşa fam nekiriye ez jê re pêşniyar dikin, bila kesên derdorê wî wek şêwirmend xebat dikin bila ji bo wî pênaseyekî şoreşê bikin.”

‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO TEVAYÎ CÎHANÊ MÎNAKE’

Xelîl destnîşankir ku, şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tê kirin ji bo hemû hêzên şoreşger mînake û wiha axivî: “Şoreşa herî rast feraset guhertine, avakirina sîstemek demokratîk ya civakiye. Di heman demê şoreş îradekirina civakê, rêveberiya civakê avakirine û xwe spartina civakê ye. Şoreşê em û gelê me temsîl dike. Ji aliyekî din berxwedana gelê Kurd niha li Rojavayê Kurdistanê dide, mînakê wê ne li Sûriye li Rojhilata Navîn jî tuneye. Şoreşa Rojava bi rengê xwe demokratîk ji bo her gelên bixwazin şoreş bikin mînake.”

‘DIJ DERKETINA RÊVEBERIYA DEMÎ; NEQEBULKIRINA VÎNA GELÊ ROJAVA YE’

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser Rêberiya Demî diyar kir ku, ev salek û çar mehe li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyek heye û gotina xwe wiha domand; “Di rastî de li Rojavayê Kurdistanê ev salek û çar mehe rêveberiyek hatiye ava kirin û karê xwe didomîne. Xebatên niha bi ser navê Rêveberiya Demî tê kirin, bi armanca çarçoveya rêveberiya heye fireh kirin û rengên pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê beşdar bikin û demokratîk kirine. Niha xebatên heta niha hatiye meşandin Meclisa Berfireh ya Rêveberiya Demî hat avakirin û Desteya Avakirina Rêveberiya Demî re xebatên firehkirina rêveberiya niha didomin. Niha li Rojavayê Kurdistanê temsîla hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê di nava Rêveberiya Demî de cihê xwe digrin û demokratîke. Yên li dijî Rêveberiya Demî derdikevin, îradeya gelên li Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin. Demokratîkbûyînê qebûl nakin. Hebûna gelê Kurd qebûl nakin. Naxwazin sîstemekî demokratîk çêbibe. Dîsan ev hêzên dixwazin, careke din dewletek navendî, nijadperest û ne demokratîk bê avakirin. Ev jî li dijî hêviyên gelan e. Ev rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin, ji bo sibaroja Sûriyeyekî demokratîk mînake.”

‘DÊ BERXWEDANA ME BIDOME’

Xelîl diyar kir ku, şoreşa Rojavayê Kurdistan bi têkoşînê heta roja îro hatiye û li dijî hemû gefan dê berxwedana xwe bidomîne. Xelîl anî ziman ku, “Niha hinek dewletên herêmê û hêzên siyasî Rêveberiya Demî wek metirsiyek binav dikin. Heta hinek wek perçekirina Sûriyeyê binav dikin. Bi daxuyaniyan ev xebatên li ser bingeha yekîtiya gelan û demokratîk tê meşandin tehdît dikin. Em jî ji bo wan dibêjin ku; me çewa heta niha liberxweda û em axa xwe diparêzin, em dê liberamberî hemû tehdîtan jî xwe biparêzin. Ji berxwedanê cûdatir em rê ji bo xwe nahilbijêrin. Ev dewlet û hêzên îrada gelan, azadiya gelan wek metirsî dibînin û tehdîtan dikin rastiya xwe didin diyar kirin ku, çiqasa demokratîkin û azadîxwazin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

‘EL PARTÎ-YEKÎTÎ Û HERDU AZADÎ DÎLÊN PDK’Ê NE’

Aldar Xelîl da zanîn ku, gelek partiyên di nava ENKS’ê de ne dixwazin beşdarî Rêveberiya Demî bibin lê PDK-Iraq îrada wan dîl girtiye û wiha gotinê xwe bidawî kir; “Encûmena Nîştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi riya Yekîtiya Siyasî ku ji El-Partî- Yekîtî û herdû Azadî pêktên di destê PDK-Iraq’ê de bûye dîl. Îro em nikarin bêjin îradeyekî ENKS heye. Bê îradeye. Tevî ku piranî partiyên di nava ENKS’ê de ne bi vê rêveberiyê re ne û di civînê xwe yên fermî de bîryar dan ku tevlî Rêveberiya Demî bibin jî, El- Partî ya Evdilhekîm Beşar hişt ku herkes bisekine û tevlî Rêveberiyê Demî nebin. Niha ENKS di rewşekî pir aloz de ye û bi belavbûnê rû bi rûye.”