Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Wezîrê Îsraîlê di hucreyê de gef li Barguti yê Fîlîstînî xwar

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben Gvir li hucreyê gef li lîderê Fîlîstînî Mervan Barguti xwar, ku ji sala 2002'an û vir ve girtî ye.

Ben Gvir sibeha Înê li ser medya dîjîtal dîmenek parve kir û tê de xuya dike ku Ben Gvir li gel du kesên pê re Barguti li hucreyê asê dike. Wezîr got, "Em ê her kesên ku zerarê dide me, zarok û jinên me dikujin, em ê wan tine bikin."

Endamê Konseya Qanûndanînê ya Fîlîstînê û yek ji kesayetên pêşeng ên tevgera Fetîh Barguti hewl da biaxive, lê belê Ben Gvir wî bêdeng dike. Ben Gvir, peyamek li ser dîmen weşand û diyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ye û bi gotina "Bi alîkariya Xwedê' vê gefê dubare dike.