Welatiyên Roboskî: Dewlet kujeran dide jiyîn
Welatiyên Roboskî: Dewlet kujeran dide jiyîn
Welatiyên Roboskî: Dewlet kujeran dide jiyîn
Malbatên Roboskiyê ku her Pencşem êvarî li ser gorên 34 welatiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer hatin qetilkirin, çalakî pêk tînin, çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Malbatan diyar kirin ku dewlet kujeran diparêze û wiha got: "Dewlet li şûna Qereqola Gulyazi rake, dijberî vê yekê avahiyê nû lê dike û gefan li me dixwe.
Di 28'ê kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 ku ji Amedê rabûn li Gundê Roboskiyê yê Qilebanê bombe barandibûn û di bombebaranê de 34 welatiyên kurd ku jê 19 zarok qetil kiribûn. Ji wê rojê heta niha malbatên 34 kesan ên Roboskiyê ji bo qatil bên darizandin û dewlet lêborîna xwe bixwaze her Pencşem êvarî li ser goristanê çalakiyê pêk tîne. Welatiyên Roboskiyê di hefteyea 74'an de li ser goran zarokên xwe kom bûn û dîsa xwest dewlet hesap bide. Di çalakiya vê hefteyêde Rêxistina BDP'ê ya Ceyhan û Edeneyê amade bûn. Di çalakiyê de xizmê 11 kesên jiyana xwe ji dest da Velî Encu, axaftin kir û diyar kir ku dewlet li şûna lêborînê bixwaze û hesap bide, qereqola Bêcuhê (Gulyazi) ji nûve ava dike û avahiyên nû saz dike. Encu, anî ziman ku hikûmet, daraz û dewletê helwesta xwe ya li hemberî komkujiyê diyar kiriye û li şûna ku bûyerê ronî bike bêtir gefan li wan dixwe û kujeran diparêzin. Encu, da zanîn ku berî her tiştî divê Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û lihevhatinê bê avakirin û wiha got: "Divê şert û mercên Birêz Ocalan bê başkirin. Divê girtiyên ji doza KCK'ê hatine girtin serbest bên berdan. Divê hemû girtiyên siyasî û nexweş serbest bên berdan."
Encu, da zanîn ku ji bo ev pêvajoya aştiye bi ser bikev divê berî her tiştî hesabê komkujiya Roboskiyê bê dayîn.
Encu, bang li gel kir û diyar kir ku hem ziman û hem jî pratîka dewletê ne li gorî pêvajoya aştî û çareseriyê ye. Encu, ji gel xwest ku lemberi pêvajoyê û rewşa Roboskiye hesas tev bigerin u hişyar bin.