Welatiyên Dihê xwestin hukûmet gav biavêje

Welatiyên Dihê xwestin hukûmet gav biavêje

Di çarçoveya kampanya "Hukûmet gavê biavêje" de li navçeya Sêrt Dihê meşek hat lidarxistin.

Rêxistina BDP'ê ya Navzçeya Dihê ya Sêrtê duh piştî fitarê heta ber avahiya rêxistina AKP'a Dihê meş li darxist û got "Hukûmet gav biavêje". Koma çalakvanan li ber avahiya BDP civiya û di çalakiyê de Hevserokê BDP'a Dihê Huseyîn Kiliç, Şaredarê Dihê Melîh Oktay, endam meclîsa giştî û meclîsa şaredariyê û gelek kes amade bûn. Bi sedan welatiyên bi dest meşê kirin di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Destê dirêjî aşîtiyê dibin bila bişkên" û "Hikûmet gav biavêje" berz kirin û pankarta "Heta serok azad nebe aşitî şaşitiye" hate hildan. 

Meş li ber avahiya AKP'ê dawî bû li vir findan pêxistin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li vir Hevserokê BDP'a Dihê Huseyîn Kiliç daxuyanî da. Kiliç, anî ziman ku hemû saziyên gelê kurd ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin ji bo çareseriyê di nav hewldanan de ne û derbirî ku li gel gav avêtine aliyê kurd heta niha gav ne avêtina hikûmetê gumana dixe nava civakê. Kiliç, wiha got: "Bila beriya her tiştî Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan azad bibe. Ji bo gelê kurd bigîhije mafên wekhev, azad û demokratîk bila hemû astengî demek beriya demekê rabin. Bila daxwazên gelê kurd bên qebulkirin û em daxwaz dikin ku demildest hikûmet gav biavêje." 

Piştî daxuyaniyê saetek çalakiya rûniştinê hate li darxistin.