Welatiyê li Helebê winda bû kuştî hat dîtin

Welatiyê li Helebê winda bû kuştî hat dîtin

Welatiyê bi navê Ebdul-Nebî Dilo Ereb (69) ku ev 5 meh e agahî jê nayê girtin, bi awayekî kuştî hate dîtin.

Ebdul-Nebî Dilo Ereb (69) ku di 6’ê mijdara 2012’an de ji bo ku pereyê xwe bigire ji Efrînê çûbû Helebê û winda bibû, bi awayekî kuştî hate dîtin.

Cenazeyê Dilo Ereb, ji aliyê malbata wî ji, ji nexweşxaneyê hate girtin û li Efrînê hate definkirin. Derbarê bûyera kuştina Dilo Ereb de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dilo Ereb ku di karê parkan de dixebitî, li gundê Kerê yê navçeya Şiyê di 1944'an de ji dayîk bûye.