Welatiyan destûr neda maşîne alîkariyê ji leşkeran re bibin

Welatiyan destûr neda maşîne alîkariyê ji leşkeran re bibin

Welatiyên ku li Konê Çareseriyê ya li herêma Doskiya hatiye vedan dimînin, destûr nedan wesayîtek melzeme ji yekîneya seyare a Qereqola Rehmo re bibe.

Welatiyên ku di Konê Çareseriyê yê li Herêma Doskî ya navçeya Geverê ji bo şopandina meşa demokratîk a gêrîlayên hatiye vedan de dimînin destûr nedan wesayîtên melzeme ji yekîneya seyar a Qereqola Rehmo re bibe. Şevê din kamyonên ku ji leşkeran re melzeme dibir ji aliyê welatiyan ve hate astengkirin.

Welatiyan rê li trafîkê re birîn û bi leşkeran re hevdîtin kir. Welatiyan ji leşkeran re gotin: "Em destûr nadin hûn têkevin herêmê. Ketina we ya herêmê zirarê dide pêvajoyê." Leşkeran jî bi gotina "Em bi destûra walîtiyê diçin herêmê" bersiv dan welatiyan. Li ser vê yekê welatiyan bi ajokarên kamyonan re hevdîtin pêkanî û her dû wesayît jî paşve vegerandin.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di saetên sibê de bi wesayîtên zirxî gelek leşker şandin heremê. Hate dîtin ku, beriya meşa ku dê li herêmê bê lidarxistin leşkeran tedbîrên berfireh girtin.