Welatên Ereb ji bo 'NATO’ya Ereb’ dicivin

Serfermandarên Giştî yên welatên Yekîtiya Ereban roja Çarşemê li Misrê tên gel hev, wê avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar nîqaş bikin.

Serfermandarên Giştî yên welatên Yekîtiya Ereban roja Çarşemê li Misrê tên gel hev, wê avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar nîqaş bikin.

Serokên Yekîtiya Ereban ên dawiya Adarê li Misrê ji bo civînê kom bûn, di bin navê têkoşîna bi komên “terorîst” re avakirina hêzeke hevpar erê kiribûn

Rayedarekî ji Yekîtiya Ereban ê ji ajansa nûçeyan a Fransî re axivî, got ku wê serfermandarên giştî roja Çarşemê li Kahîreyê bicivin. Hat diyarkirin ku wê di civînê de avakirina hêzeke hevpar, mekanîzmayên çalakiyê û butçeya wê werin destgirtin.

Encama vê civînê, pêwîst e ji aliyê Konseya Parastinê ya Yekîtiya Ereban a wezîrên parastinê û karên derve ya wê di nav sê mehan de bicive bê erêkirin.

Yekîtiya Ereban bi mehan e, avakirina hêzeke leşkerî ya hevpar wek pêwîstiyeke lezgîn dibînin. Sedema wê jî têkoşîna li hember DAIŞ’ê ye.