Wekîlê Şaredar ji ber tîpa 'W' hat girtin
Wekîlê Şaredar ji ber tîpa 'W' hat girtin
Wekîlê Şaredar ji ber tîpa 'W' hat girtin
Wekîlê Şaredarê Wêranşarê yê berê Kemal Kodîn ku li ser 3 maşîneyên Şaredariyê nivîsa "Şaredarîya Wêranşerê" nivîsandibû, ji ber tipa "W" hat girtin.
Cîgirê Şaredarê Wêranşarê yê berê Kemal Kodin ku li ser 3 maşîneyên şaredariyê nivîsa "Şaredariya Wêranşarê" nivîsandibû ji ber tîpa "W" hat girtin.
Kodîn, bi hinceta li ser 3 maşîneyên şaredariyê nivîsa bi kurdî "Şaredariya Wêranşarê" nivîsandiye di sala 2010'an de li Dadgeha Asliye Ceza ya Wêranşarê bi îdîaya "muxalefetiya tîpan kiriye" doz vekir. Kodin ji ber tîpa "W" rastî 2,5 mehan cezayê girtîgehê hat.
Kodin, hat girtin û şandin Girtîgeha Akçakaleyê. Kodîn ku rastî cezayê tîpa"W" hat heta 2012'an îtîraz nekir. Li ser vê yekê pêncema borî ji aliyê polîsan ve hat girtin.