Wê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Îsraîl bicivin

Wezîrên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê ji bo nîqaşkirina rewşa li başûrê Sûriyeyê wê li paytexta Azerbeycan Bakûyê bicivin.

HEVDÎTINA ÎSRAÎL-HIKÛMETA DEMKÎ

Çavkaniyekî dîplomatîk ku agahî da AFP’ê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî û Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer wê îro li paytexta Azerbeycanê Bakûyê bicivin. 

Hate diyarkirin ku rojeva sereke ya hevdîtinê rewşa ewlehiyê ya li başûrê Sûriyeyê ye.