Wê di hilbijartinan de gelê Wanê dengên xwe bidin partiyê

Wê di hilbijartinan de gelê Wanê dengên xwe bidin partiyê

Xizmetên Lêgerînê ya Ortakent, der barê hilbijartinên herêmî yên Adara 2014’an de anketek çêkir. Di anketê de pirsa,  'Di hilbijartinên herêmî de dema hûn dengan bi kar bînin ji bo we namzet an jî partî girîng e?’ hatin pirsîn. Ji sedî 40.4'ê Waniyan ku gotin,  'Partî girîng e’ ji sedî 36.4 jî gotin, namzet girîng e.

Li Wanê ji aliyê Xizmetên Lêgerîn û Şêwirmendiyê ya Ortakent a li Wanê xebatan bi rê ve dibe, der barê hilbijartinên herêmî yên di Adara 2014’an de xebatên ankete berdewam dikin. Xizmetên Lêgerînê ya Ortakent vê carê ji Waniyan pirsa, 'Di hilbijartinên herêmî de dema hûn dengên xwe bi kar bînin ji bo we namzet an partî girîng e?’ hat pirsîn. Di encama anketa ku bi 2 hezar kesî re hevdîtin çêbû kesên gotin,  'Partî girîng e’ ji sedî 40.4, kesên gotin, 'Namzet girîng e’ ji sedî 36.4, kesên gotin, 'Hem namzet hem partî' ji sedî 20.01, en gotin, fikra min nîn e, ji sedî 3.1 derket.

‘ÊN PARTIYÊ GIRÎNG DIBÎNIN BI PIRRANÎ BDP'YÎ NE’

Berpirsiyarê Xizmetên Lêgerîn û Şêwirmendiyê ya Ortakent Mehmet Şerîf Ozer da xuyakirin ku anket li gorî rêzik û qaîdeyên Komeleya Lêgerînên Tirkiye (TUAD) hatiye pêşxistin. Ozer destnîşan kir ku li navenda Wanê di 30 taxan de bi 2 hezar kesî re hevdîtin çêkirine û got, "Me li her kolanê bi 4 kesan re hevdîtin çêkir û bi tevayî em gihiştin 2 hezar kesan. Li gorî çavdêriyên me li navenda Wanê yên di hilbijartinan de partiyê girîng dibînin bi pirranî BDP’yî ne. Yên hem namzet û hem jî partiyê girîng dibînin bi pirranî AKP’yî ne.”