Wargeha Ş.Rûstem Meclîsa ji bo Rêveberiya Demî ya Rojava pîroz kir
Wargeha Ş.Rûstem Meclîsa ji bo Rêveberiya Demî ya Rojava pîroz kir
Wargeha Ş.Rûstem Meclîsa ji bo Rêveberiya Demî ya Rojava pîroz kir
Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî têkildarî avakirina Meclîsa ji bo Rêveberiya Demî ya Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û pîroz kir.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Meclisa Gel ya Demokratîk biboneya avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Li Rojava ku bixwe şoreşa xwe pêkanîn û bêy ku xwe bipesêrin hêzek derve cara yekem rêveberiya xwe ya xweser avakirin. We di şoreşa demokratîk ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêngavek girîng avêt. Ji ber vê serkeftina em we pîroz dikin û hêviya berdewamiya serkeftinan dikîn.”
Meclisa Demokratîk ya Ş. Rûstem anî ziman ku, ji sala 2011’an ve Kurd li Rojava bi gelên din ên Kurdistanî re ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşînekî şoreşgerî dide meşandin. Her wiha da diyarkirin ku, ev saleke li dijî şerekî qirêj yê aborî, siyasî û ambargoyên dîplomatîk ên hêzên paşvero ên navnetewî, herêmî û xwecihî piştgiriyê dikin, têkoşînê didin meşandin û got: “Ev pêngava ku we avêt serkeftina berxwedana we ya li dijî van êrîşane.”
Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Nakokiya Kurd-Ereb, Sunî-Şiî di van deh salên dawî de bû sedemê mirina hezaran mirovan. Em dizanin ku, qismek yê lîderên Iraqê ji bo berjewendiyên xwe bikaranî. Hûn hemû gelên li Rojava jiyan dikin, hatin gel hev û ji bo xwişk û biratiya gelan we mînakek avakir. Ev bû pêngavek gelek biwate û binirx.
Em weke Mexmûriyên ku bîst sale li ser xaka xwe bixwe penaberîn, ji vê têkoşîna we û pêngava we ya avêtî gelek keyfxweş û bextewarîn. Em dixwazîn bêjîn, em keyfxweşiyên we jî weke êşên we parve dikîn. Em dixwazîn bidîn diyarkirin ku, bi hêvî û baweriya Kurdistanekî demokratîk û xweser ku bi salene me di şert û mercên penaberiyê de bedel dane, dê hertim li gel we bîn. Serkeftinên we me hîn zêdetir nêzî armancên me dike. Li ser van hest û fikran em di serî de silavan li hemû endamên rêveberiya demkî û di şexsê kesên pêşengiya vê kirine li hemû gelên Rojava dikîn. Em şehîdên we weke şehîdên xwe dibînîn û em dizanin ku bêgûman bedelên têne dayîn dê bibin serkeftin û serbilindî.
Em bi hemû hestên xwişk û biratiyê, her wiha piştevaniyê we û hemû gelên Rojava silav dikîn.”