Wanî li dijî çêkirina qereqolên nû derketin
Wanî li dijî çêkirina qereqolên nû derketin
Wanî li dijî çêkirina qereqolên nû derketin
Li Wanê girseyeke gel bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqolên nû li ketina navçeye Payîzava hat cem hev û li ber Qereqola Jendermeyan a Aksîn çalakiya rûniştinê pêk anî.
Girseya serê sibê li ber avahiya BDP'ê ya Wanê hate cem hev bi wesayîtan ket ser rê. Li ketina Payizavayê, ji ber polêsan dîmen dikşandin di navbera girseya gel û polêsan de tengezarî derket. Piştî rêveberên BDP'ê ketin navberê welatî li wesayîtan siwar bû û çûn ber Qereqola Cendirmeyan a Askîn a ku li herêma Nordiz Mervana ya Payîzava. Girseyê li vir çêkirina qereqolan şermezar kir. Ciwanan li girê li hemberî qereqolê ala PKK'ê daliqandin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Ji Îmraliya pêvajo daye dest pê kirin hezar silav" berz kirin. Heyeta ji 8 kesan pêk tê, ji bo xebatên li qereqolê tên kirin kontrol bikin û agahiyan bigirin çû, lê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah diyar kir ku fermandarê qereqolê ew pêşwazî kir ji wan re got ew destûrê nadin vê yekê."
Aktîvîstan Dayîkên Aştiyê Vasfiye Kiye jî wiha got: "Li hemberî pêvajoya ji aliyê serokê me ve hate destpêkirin hikûmetê bi çêkirina qereqolan û zêdebûna cerdevan bersiv da." Kiye anî ziman ku armanca çêkirina qereqolan sabotekirina pêvajoyê ye û wiha axivî: "Min dixwast îro dayikeke leşkeran ji li vir bi me re ba. Em naxwazin zirar bê tu kesî." Girseyê li ber qereqolê dest bi çalakiya rûniştinê kir û astengiya bikevin qereqolê şermezar kirin. Girseyê stran û srud gotin û xwestin leşker qadê terk bikin.
Piştî çalakiya rûniştinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah careke din axivî û wiha got: "Piştî Birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin û gerîla vekişiyan, bingeha aştiyê çêbû. Lê piştî gerîla hate vekişandin cerdevan û tîmên taybet kemîn avêtin û qereqol hatin çêkirin."
Piştî axaftina girseyê slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin û li wesayîtan siwar bûn û konê çareseriyê ziyaret kirin. Li ber kon Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar axaftinek kin kir.