Waliyê Hewlêrê kampanya "Azadî ji bo Ocalan" îmze kir
Waliyê Hewlêrê kampanya "Azadî ji bo Ocalan" îmze kir
Waliyê Hewlêrê kampanya "Azadî ji bo Ocalan" îmze kir
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî îmzeya xwe avêt û got, "Bi milyonan Kurd Birêz Ocalan weke lîderê Kurdan dibîn. Ya ku divê ji bo vê daxwaza gel bê kirin jî, serbestberdana Birêz Ocalan e."
Ji bo kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi armanca gihaştina 5 mîlyon îmzeyan li Ewrûpayê destpê kir, di meha Gulanê de jî Herêma Kurdistana Federal bi armanca milyonek îmzeyî cihê xwe girt. Kampanya li gelemperiya herêmê belav bû di demeke kin de pêwendiyeke mezin ji gel dît. Şandeyek ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir, Şikrûllah Hemedemîn û Serdar Star çûn serdana Walîtiya Hewlêrê. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ji ber serdanê malavahiya şandeyê kir û got, "Ez gelekî kêfxweş im, di vê kampanyayê de cih digirim. Tê zanîn Birêz Ocalan ji aliyê milyonan Kurdan ve weke Rêberekî tê dîtin û ji xwe weha ye. Birêz Ocalan yek ji lîderên Kurdan e û divê tavilê bigihêje azadiya xwe."
Piştre, ji endamên şandeyê Serdar Star, pirtûkek Ocalan diyarî Hadî kir.