Waliyê Amed li rastiya çalakiya bersivdayînê vegeriya!

Waliyê Amed li rastiya çalakiya bersivdayînê vegeriya!

Walîtiya Amedê, ku beriya niha çalakiya HPG'ê ya li Hênê bi armanca bersivdayîna êrişa li Licê derewand, neçar ma li xwe mikur were û piştrast kir ku bi çekên giran li dijî qereqolê çalakî hatiye kirin.

HPG'ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, bi armanca bersivdayîna êrişa li Licê ya di encamê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn, li navçeya Hênê li dijî Qereqola Jendermeyan a Hegasorê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Piştî ku ev nûçe li ANF'ê hat weşandin, Waliyê Amedê Cahît Kiraç got, "Nûçeyên êrişa li dijî Qereqola Hênê ne rast in." Piştî çend saetan li ser navê Walîtiya Amedê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku roja 3'ê Tîrmehê saet di 18.50 de, bi çekên giran li dijî qereqola jendermeyan a Hegasorê çalakiya gerîlayên HPG'ê hatiye kirin.

Lê belê Walîtiyê îddîa kir ku di çalakiyê de kuştî û birîndar nîne.