Volkanê Calbûco yê li Şîlî aktîf bû
Volkanê Calbûco yê li Şîlî ku ev 43 sal in ne aktîf e, aktîf bû. Ji ber vê yekê alarma sor hat dayîn û qada ji 20 kîlometreyî ya li derdora volkan tê valakirin.

Di daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Rodrîgo Penaîlîllo de hat ragihandin ku polîsan fermanên pêwîst dane û qada 20 kîlometreyî ya li derdora volkan, tê valakirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di destpêkê de biryara valakirina qada 10 kîlometreyî hatibû dayîn. Wezaretê der barê hejmara şêniyên li herêmê de agahî neda. Veguhastina destpêkê ji herêma Ensenadayê pêk hat.
Tê gotin ku volkanê Calbûco ji nişka ve aktîf bûye û dûxaneke spî bi ser çiyê ve ketiye.
Volkanê Calbûco di nava sînorên bajarê Pûerto Montt de ye. Firîna balafiran li ser herêmê hatin betalkirin. Di nava vê hefteyê de volkanê Vîllarîca yê li başûrê Şîlî jî aktîf bûbû.