‘Vîna Kurdistanê li vir e’

‘Vîna Kurdistanê li vir e’

Di "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de hat destnîşankirin ku ji bo pêkhatina demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û aştiyê bar dikeve ser milê herkesî. Di konferansê de hat got, "Vîna Kurdistanê li vê derê ye, vê mezintir vîn tineye."

 Di roja duyemîn a "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de, rewşenbîr, pêşengên beşên civakê pê bawer û nûnerên saziyan bal kişandin ser zextên gelên Kurdistanê lê rast hatine û têkoşîna li dijî van zextan. Heta niha 50 delegeyan mafên axaftinê wergirtin û hemû cihêrengiyan xwe bi awayekî azad anîn ziman.

Ferhat Dengîzî bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û got, "Di nava pirsgirêkên Kurdistanên û lêgerînên çareseriyê de, ya herî mezin pirsgirêka ziman e. Ez weke nivîskarek ji vê gelekî aciz im. Ev ne gunehê kesî ye. Divê em paşeroja xwe, bîranînên xwe bi zimanê xwe bînin bîra xwe. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e, em vê tînin ziman lê bicih naynin. Divê di serî de zarokên me, zimanê xwe hîn bibin. Belê zext heye, lê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Vîna Kurdistanê li vê derê ye û ji vê mezintir ti vîn tineye. Em hemû zimanê xwe dixwazin. Divê em ji niha û pê ve jî bi xwe bawer bin. Em saziyên xwe ava dikin, lê zarokên xwe naşînin van saziyan ji bo zimanê xwe hîn bibin."

Yek ji rûsipiyê pê bawer Şevket Aslan jî bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de kiribû û got, "Gelê Kurd xwe ispat kir. Yekitiya xwe, rêxistinbûyîna xwe ava kir. Li Newroza Amedê gava peyama Serok dihat xwendin, bi milyonan li hev kom bûn. Gerîlayên ku kontrola herêmê di dest debû, tevî mercên biharê jî, di çarçoveya biryara Rêberê xwe de dest bi meşa azadiyê kirin. Qendîl, BDP ya 3 milyon deng stend û gelê Kurd li hemberî vê biryarê derneket. Bi qasî Kurdan, mafên qewmên din jî heye û Kurd ji vê re rêzê nîşan dide."

Îbrahîm Erol jî bal kişand ser polîtîkayên tinekirin û înkarê yê li dijî gelê Kurd û got, "Bi sedan salan, ti neheqî nema ku li gelê Kurd nehat kirin. Jiyana niha ya gelê Kurd ne jiyaneke xweş e, jiyaneke id bin zext û zilmê de ye. Lê belê gelê Kurd ne bêhêviye. Bi rûmeta gelê Kurd dileyzin, lê Xwedê mezin e, edaleta Xwedê heye. Rûmet, wekhevî û aştî mafê gelan e. Dûayên me ji bo gelên bindest e."
 
‘KONFERANS JI BO AFIRANDINA PÊŞEROJÊ GIRÎNG E’

Li ser navê malbatên Roboskiyî Mehmet Encu jî bibîr xist, ku di encama bombebarana balafirên F-16 yên artêşa Tirk de li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê 34 Kurd hatine kuştin û got, "Serokwezîr û Serokê Fermandariya Giştî bi xwe ev plan çê kirin û 34 canên me ji me stendin. Heta roja îro bi tenê gavek jî nehatiye avêtin."

Encu da xuyakirin ku di ser de li 48 malbatan lêpirsîn hatiye vekirin û got, "Yên canê me kuştin, gelo wê me bi gefan bêdeng bikin. 123 hezar TL pêşniyarî me kirin. Zarokên me ne yên firotinê ne. Ne 123 hezar TL 123 milyar bidin me jî emê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Li ser navê Meclîsa Astengdaran Mehmet Azîz Dayan nêzîkatiya hukûmeta Tirk a li hemberî pêvajoyê nirxand û bal kişand ser pirsgirêkên astengdar dijîn. Dayan pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên astengdaran pêşkêş kir û destnîşan kir, ku di vê konferansê de wê biryarên li gorî giyana pêvajoyê werin stendin.

Serokê Giştî yê PSKD'ê Cafer Kolaman jî got, "Ji bo Elewiyan polîtîkayên alternatîf nehatine afirandin. Ev yek hem ji ber Elewiyan e hem jî ji ber pergalê bi xwe ye.    Kolaman komkujiyên li dijî Elewiyan bibîr xist û destnîşan kir ku divê bi van komkujiyan re rûbirûbûn çê bibe. Kolaman xwest, malên cem bibe îbadetxane û dersa olî ya neçarî were rakirin.
 
‘HUKÛMETA DIBÊJE EZÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIM, TI GAVAN NEVAÊJE’

Dîcle Anter jî di axaftina xwe de diyar kir, ku divê ew pergalê baş nas bikin û got, "Hukûmet bi şiyara 'ezê vê pirsgirêkê çareser bikim' ket rê. Lê belê em dibînin ku ti gavan neavêje. Aliyê ku bi rastî aştiyê dixwaze, aliyê Kurd e. Divê ji dil, ji gel lêborînê bixwazin. Lê belê bûyerên ku divê lêborîna wan were xwestin, niha hukûmet bi xwe dike."

Serokê Odeya Tabîban Kemal karakaş jî anî ziman ku her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne û got, "Weke Odeya Tabîban em beriya hefteyekê çûn Rojava, li wê derê gelek pirsgirêkên tenduristiyê hebûn. Hin hêzên diçin wê derê hewl didin, berxwedana wê derê pûç bikin. Ji bo pêdiviyên wan ên bingehîn neyên tedarikkirin, dikevin nava hewldanan. Û divê gelê me li hemberî van lîstikan hişyar be. Ji bo vekirina deriyê sînor, daxwazek mezin heye. Em bang li qadên navnetewî dikin, divê der heqê van pirsgirêkan de biryar werin stendin."

Necatî Pîrinçoglû jî xwest di pêvajoya danûstandinên aştiyê de komîsyonek were avakirin ku vegera mirovên bi zorê hatine koçkirin, rakirina pergala cerdevaniyê, paqijkirina mayinan û dayîna erdên Ermenî, Suryanî û Êzidiyan bişopîne, were avakirin.

Konferasn bi sernavê "Li Bakurê Kurdistanê helwesta hevpar û yekitiya netewî" dewam dike.