Vegerên ji bo Kobanê didomin
Vegerên ji bo Kobanê didomin
Vegerên ji bo Kobanê didomin
Li gel êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi topên hewan û fûzeyan bi hezaran Kobaniyên ji bo parastina xaka xwe vedigerin. Tenê duh heta êvarê 3 hezar û 500 kes ji bo derbas bibin hatin deriyê sînor.
Li aliyekê êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê û berxwedana YPG/YPJ didomin, li aliyê din bi hezaran welatiyên ku zarok û mirovên xwe yên îxtiyar biribûn Bakurê Kurdistanê, ji bo li dijî çeteyan şer bikin dîsa vedigerin Kobanê.
Çeteyên ku li dijî YPG’ê û xwedîderketina gelên Rojava û Bakur xwe ranagirin û derbeyên mezin dixwin, vê carê bi fûze û topên hewanê êrîşî dikin, lê gel paşve gav naavêje. Tenê duh ji serê sibehê heta êvarê 3 hezar û 500 welatî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê) re derbasî Kobanê bûn.
Welatiyên ku piraniya wan ciwan bûn, piştî ku leşkeran nasnameyên wan kontrol kirin, kom bi kom derbasî Kobanê bûn.