Vê carê jî gundê Zîlan ê Êlihê hat gulereşandin!
Vê carê jî gundê Zîlan ê Êlihê hat gulereşandin!
Vê carê jî gundê Zîlan ê Êlihê hat gulereşandin!
Hat ragihandin, gundê Zîlan ê ser bi navçeya Êlih Hezoyê, ji aliyê kesê nasname ne diyar ve hat gulereşandin. Gundiyan gotin êrîş ji aliyê leşker û cerdevanên Tirk ve hatiye kirin.
Hat hînbûn, komek ji kesên nasname ne diyar ve saet di 20.30'an de çûne gundê Zîlan ê navçeya Êlih Hezoyê û ji nêz ve bi çekên giran gule li gund reşandine. Mala Şîrîn Sevîm ji ber ku li navenda gund e, herî zêde gule li wê rast hatine û li pêşiya malên din ên gund jî gelek qalikên fîşekan hatine peydakirin. Tê gotin êrîş ji Qereqola Jendermeyan a Malabadî ya ser bi Farqînê hatiye kirin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat, lê belê mala Şîrîn Sevîm ji ber fîşekan zerar dît.
Gundiyan diyar kirin ku êrîş ji aliyê leşker û cerdevanên Tirk ve hatiye kirin û leşkerên ji bo lêkolînkirina bûyerê hatine gund jî, hewl dane ser bûyerê binixumînin.
Hêjayî gotinê ye, di Hezîrana sala 1995'an û Tebaxa 1996'an de li heman gundî êrîş hatibû kirin û di encamê de jinek birîndar bûbû.
Wekî din, di 27'ê Hezîrana îsal de jî, li navenda Dêrsimê komeke nasname ne diyar bi çekên otomatîk gule li gundê Kanoglû reşandibû.