Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li şûna çareseriyê ji drama penaberan re bibîne giraniyê dide tedbîrên leşkerî û kontrola sînoran rastî nerazîbûnan tê. Di daxuyaniya ji navenda Dêra Katolîk Vatîkan, ji bo planên YE şîroveya ‘Fikrên ecêb’ hat kirin.
Di civîna serokan a YE de ku rojên buhrî pêk hat, ji bo astengkirina drama penaberan pêşniyara bombekirina keştiyên qaçaxçîtiya mirovan hatibû rojevê. Bi armancê ku pêwîst e YE vê mijarê bi NY jî erê bike, rastî berteka Vatîkan hat.
Ji wezîrên Vatîkan ên ji pirsgirêkên koçberan berpirsyar Kardinal Antonio Maria Veglio, fikra bombekirina keştiyên qaçaxçiyên mirovan bi zimanekî tund rexne kir û got, “Kerem bikin, fikreke pir ecêb. Wê çi bombe bikin? Tiştekî ku jêre hiqûqa navneteweyî tê gotin heye! Di nav welatekî din de bombekirin şer e.”
Hefteyên buhrî ku zêdetirî hezar penaber di navbera Îtalya û Lîbya de jiyana xwe ji dest dan, Serokên welatên YE ku kom bûn, biryar girtibûn tedbîrên polîsiye bên zêdekirin, butçeya ji operasyona bi navê Trîton re ya girêdayî Polîsên Sînor Ên Ewropa, Frontex sê qat zêde bibe.