Vatîkan arşîvên 'Dîktatoriya Arjantîn' bi qismî vekir
Vatîkanê arşîvên têkildarî dîktatoriya Arjantînê yên salên 1976-1983’yan bi qismî vekir.
Vatîkanê arşîvên têkildarî dîktatoriya Arjantînê yên salên 1976-1983’yan bi qismî vekir.
Vatîkanê arşîvên têkildarî dîktatoriya Arjantînê yên salên 1976-1983’yan bi qismî vekir.
Seroka Komeleya Xizmên Girtî û Windayan ên ji ber Sedemên Siyasî, Lîta Boitano, di daxuyaniya ku da radyoya Del Plata ya Roma, got ku Papa ev agahî daye wê.
Boîtano ya bi eslê xwe Îtalyan e, di dema dîktatoriyê de du zarokên xwe winda kir got, "Min ew hembêz kir û min got, ‘Ez ji we dixwazin arşîv bên vekirin.’”
Seroka komeleyê diyar kir Papa jî ev bersiv daye wê: "Jixwe em vêdikin û hêdî hêdî em ê daxwazan werbigirin. Em ê vê berdewam bikin.”
Seroka Dayikên Plaza de Mayo, Estela de Carlotto, di daxuyaniya ku da heman radyoyê anî ziman ku vekirina arşîvan gaveke ber bi pêşdeçûnê ye.
Carlotto got ku wê arşîv bi temamî neyên vekirin û daxwazên wan wê bi destûrê yek bi yek werin destgirtin.
Di dema dîktatoriya dawî ya Arjantînê de nêzî 30 hezar kes hatibûn kuştin an jî windakirin.