Valls: Xiristiyanên Rojhilat li ber tinebûnê ne

Serokwezîrê Fransa Manuel Valls, di axaftina xwe ya di seremoniya bi wesîleya 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de bal kişand ser tehlûkeya qirkirinê ya li hember Xiristiyanên li Sûriye û Iraqê.

Serokwezîrê Fransa Manuel Valls, di axaftina xwe ya di seremoniya bi wesîleya 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de bal kişand ser tehlûkeya qirkirinê ya li hember Xiristiyanên li Sûriye û Iraqê.

Valls têkildarî hewldanên komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelên Asûrî-Suryanî-Keldanî yên wek Xiristiyanên Rojhilat tên binavkirin axivî û got, “Xiristiyanên Rojhilata Navîn bi tinebûnê re rû bi rû ne.”

Manuel Valls got ku welatê wî timî ‘li gel mazlûman e’ û wiha axivî: “Fransa timî ligel qurbanan e û îro di nav qurbanan de Xiristiyanên Rojhilata Navîn jî hene.”

Valls anî ziman ku ligel Xiristiyanan gelek komên kêmar jî bi terorîzma DAIŞ’ê re bi tehlûkeya tinebûnê re rû bi rû ne.