Ûsoyan bi tena serê xwe 2500 îmze ji bo azadiya Ocalan kom kir
Ûsoyan bi tena serê xwe 2500 îmze ji bo azadiya Ocalan kom kir
Ûsoyan bi tena serê xwe 2500 îmze ji bo azadiya Ocalan kom kir
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê meşandin de, Kurdê bi navê Xaçoyê Qero Ûsoyan, bi tena serê xwe li bajarê Nîjnî-Novgorode ê Rûsyayê 2 hezar û 500 îmze kom kir.
Kurdê bi navê Xaçoyê Qero Ûsoyan di çerçoveya kampanya îmzeya a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê meşandin de, li bajarê Rûsyayê Nîjnî-Novgorodê li gor derfetê xwe yê şexsî 2500 îmze berhev kirin. Ûsoyan vê xebata xwe wiha dinirxîne:
“Min xeta Rêber APO ya teorîk û pratîk nas kir. Hemû pirsgirêk, encax bi zanyariya wî çareser bibin. Mirovekî ji hemû derdan re dermane. Li gorî min mirovekî weke Rêbe APO pêwîste ne di zîndanê de be. Cihê wî nav gelê xwe ye. Ji ber vê yekê kampanyaya ji bo azadiya Rêber APO hatiye destpêkirn min jî xwest tevlêbûna xwe jê re çekim. Azadiya Rêber Apo wê ji bo me Kurdan gaveke dîrokî be. Min jî xwest li gorî derfetên xwe beşdarî kampanyayê bibim. Niha ez li cihê lê dimînim ji bo Rêber APO îmzeya kom dikim. Heya niha min 2500 îmze berhev kirine.”
Ûsoyan di sala 1953’dan de li Ermenîstanê hatiye cîhanê û di sala 1991’an de jî koçberî bajarê Rûsyayê Nîjnî-Novgorod bûye. Ûsoyan jiyana xwe bi karmendîyê dewam dike.