UNODC : Parzemîna Afrîkayê dibe ‘bazara nû’ ya tiryakê
Parzemîna Afrîkayê ku ji sêyan du nifûsa wê, ciwan ava dikin, bi xetereya ku bibe navenda nû ya bazara tiryaka cîhanê re rû bi rû ye.
Parzemîna Afrîkayê ku ji sêyan du nifûsa wê, ciwan ava dikin, bi xetereya ku bibe navenda nû ya bazara tiryaka cîhanê re rû bi rû ye.
Parzemîna Afrîkayê ku ji sêyan du nifûsa wê, ciwan ava dikin, bi xetereya ku bibe navenda nû ya bazara tiryaka cîhanê re rû bi rû ye.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Têkoşîna bi Sûc û Tiryakê re ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) hatiye dayîn de hat diyarkirin ku Parzemîna Afrîkayê ‘ji herêma transît’ derketiye û bi tena serê xwe bazarek e. Nûnerê Afrîkaya Navîn û Rojava ya UNODC Pîerre Lapaque, da zanîn ku li Rojavayê Afrîkayê bi taybet bazirganiya tiryakê wê di salên pêş de zêde bibe.
Lapaque got ku bazara tiryakê û bi taybet jî ya kokaînê wê li Afrîkayê be û hinceta vê jî piştguhkirina kontrolên sînor nîşan da. Lapaque bal kişand ser bê îstîqrariya siyasî û qelsiya saziyan.
Parzemîna Afrîkayê ku ji ber nifûsa xwe ya ciwan bûye navenda kişandina çeteyên tiryakê, bi salan bibû navenda derbasbûna kokaînê ya ku ji Başûrê Amerîkayê dibir Ewropayê. Lapaque axaftina xwe wiha berdewam kir: “15 sal berê bi keştî û balafiran dibirin Ewropayê. 10 sal berê rêxistinên sûc Rojavayê Afrîkayê ‘wek platforma transît a heyî’ tespît kirin. Ji ber ku ji vir hêsantir bû.
Nûnerê UNODC got ku salê 35-40 ton kokaîn gihiştiye parzemîna Afrîkayê û 20-25 ton bi rêya transît derbasî Ewropayê kirine. Lê beşa dimîne jî li Afrîkayê tê belavkirin.
Lapauqe diyar kir tiryaka ji başûrê Afrîkayê tînin dibin welatên Morîtanya, Senegel, Gambiya, Gîne, Sîeera Leone û got ku li dijî çeteyan jî operasyon zêde bûne. Di 2014’an de li Ropjavayê Afrîkayê di 291 operasyonan de madeyên tiryakê hatin girtin û 321 kes hatin binçavkirin.
Nifûsa Arfîkayê ku 1.1 mîlyar derbas kiriye, ji sedî 45’ê wê ji ciwanên 15 salî pêk tê û ji sêyan du jî di bin temenê 35’an de ye.