Unicef'ê der heqê rewşa li Yemenê de hişyarî da

Li Yemenê şerê di navbera Hûsiyan, yekîneyên hikûmetê û El Qaîdeyê de, herî zêde bandorê li zarokan û ciwanan dike.

Li Yemenê şerê di navbera Hûsiyan, yekîneyên hikûmetê û El Qaîdeyê de, herî zêde bandorê li zarokan û ciwanan dike. Ji ber pevçûnên ku ciwanên kêmî 18 salî tên biçekkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) nikare alîkariya bi tonan a di destê xwe de bigihîne hin bajaran.

Nûnerê Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (Unicef) li Yemenê Mûhammed el Asadî ji rojnameya Fransayê Le Fîgaro re axivî û diyar kir ku şerê navxweyî bandorê li 18 ji 22 herêman dike. El Asadî da xuyakirin ku pevçûn, yekser bandora xwe li ji sedî 85 ê gelê Yemenê dike û bi taybetî bal kişand ser pirsgirêka elektrîk û petrolê.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûnerê Unicefê ve hat dayîn, li hin herêma çavkaniyên avê bi dest nakevin, hin malên îthal ên weke genim û ard ji ber şer nagihêjin welêt. Zêdeyî nîvê gelê Yemenê nikare madeyên bingehîn ên xwarinê bi dest bixe.

Ji ber pevçûnên ku heta niha rê li ber koçberbûna 120 hezar kesî vekiriye, zêdeyî 700 kes mirin. Tê gotin ku herî kêm 77 kes ji van mirovan zarok in. Di dema dawî de bi rêjeya ji sedî 47'an hejmara ciwanên kêmî 18 salî tên biçekkirin, zêde bû.

Kelûmelên alîkariyê yen ji aliyê Unicef û saziyên din ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine amadekirin, rê nayê dîtin ku bigihêjin Yemenê. Mûhammed El Asadî diyar kir ku di rewşa heyî de 92 ton alîkariya însanî û tibbî li ber destê wan heye, lê belê zehmetiyan dikşînin ku vê alîkariyê derbasî welêt bikin.

Bi rûdana pirsgirêka benzînê re madeyên alîkariyê nagihêjin bajarên Aden, Daleh, Lahj, Abyan, Taez û Marebê.