Ungkurd ji bo Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom kir

Ungkurd ji bo Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom kir

Li gel Partiya Sor (Rødt Parti), Ungkurd û Komeleya Çanda Kurdistanê gelek rêxistinên civakî yên sivîl li taxa Sagene ya Osloyê bi beşdariya qewm û komên cûda çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.

Komên cûda yên bi dirûşma "Piştgiriya li dijî nijadperestî û fanatîzmê" hatin cem hev, bal kişandin ser girîngiya jiyana hevpar a nijad û olên cûda.

Ungkurd(Kurdê Ciwan) û Komeleya Çanda Kurdistanê, li qada çalakiyê kon vedan û ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyê, îmze berhev kirin. Li dezgehê, her weha ji pirsên Norwêciyan ên li ser pêşketinên li Kurdistanê û rewşa Ocalan, bersiv hatin dayîn. Her weha broşurên bi zimanê Norwêcî hat nivîsandin jî, hatin belavkirin. Li ser navê PYD'ê Brûsk Kurdo di çalakiyê de axivî û der heqê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de agahî da. Kurdo beya têkoşîna YPG'ê ya li Rojavayê Kurdisatnê û pergala ewlekariyê ya ji bo jiyana nasname û olên cûda li Rojavayê Kurdistanê kir.

Di çalakiyê de li ber stranên Kurdî govend hat gernadin. Di çalakiyê de her weha xwarinên ji çandên cûda jî hatin pêşkêşkirin.