TZPKurdî: Pêwistiya Kurdan bi perwerdeya Kurdî heye"
TZPKurdî: Pêwistiya Kurdan bi perwerdeya Kurdî heye"
TZPKurdî: Pêwistiya Kurdan bi perwerdeya Kurdî heye"
TZPKurdî, di Konferansa Yekîtî û Çareseriya Bakurê Kurdistanê de belavokên ku daxwazên wan têde hatiye nivîsandin li beşdarê konferansê belav kir. TZP Kurdi di belavokê de wiha got: "Ji bo ku ziman nasnameya neteweyî û ruhê neteweyê ye gelek girîng e. Ji ber vê girîngiya ziman jî hewcedariya kurdan bi perwerdehiya zimanê dayikê heye"
"Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê" di roja duyemîn be bi panel û niqaşan berdewam kir. Di konferansê de TZPKurdî, belavokên ku cih dide daxwazên wan li beşdarê konferansê belav kir. TZP Kurdi di belavokê de wiha got: "Em niha dikevin qonaxeke nû ku êdî siyaset derdikeve pêş. Têkoşîna siyasî ji bêyî têkoşîna çandê nabe û ew ji ziman ne cuda ye. Ji lewre hîmê çandê dê ziman e û her wiha bingeha hemû hunerên gotinkî jî dîsa ziman e. Eger em ji ruhekî neteweyî behs bikin, divê ku em mijara ziman pişt guh nekin."
Di berdewama belavoke de hat diyarkirin ku Eger kurd bixwazin rê li ber asîmilasyonê bigirin, divê di zûtirîn deme de vê emanete ku wan ji pêşiyên xwe, ji dê û bavên xwe stendiye, bi riya perwerdeyê teslîmî zarokên xwe bikin û siyaseta asîmîlasyonê bêtesîr bikin. TZP Kurdî di dirêjahiya belavokê de wiha got: "Di sedsala 21'ê de bêyî perwerdehiya bi zimanê dayikê em nikarin çanda xwe berdewam bikin, em nikarin zarokên xwe ji sîstema asîmîlasyonê rizgar bikin. Dema me nîn e ku em li hêviya bidestxistina statuyeke kurdan bimînin. Ji niha ve divê ku em hem saziyên xwe yên zimanî û çandî xurttir bikin û saziyên nû yên pêvîst jî vekin. Wekî pêşdibistan, zarokxane, dibistanan… Her wisa, ji bo perwerdehiya zimanê dayikê jî materyalan amade bikin. Ji bo pêkanîna van kar û xebatan ji pêwistî bi alakariya darayî heye. Ji aliye din, heta ku statuya zimanê kurdî ya fermî pêk bê, divê ku bi awayên fîîlî li dijî sistema zimanê hilbijarde, sîstemên alternatîf bên peydekirin û pêkanîn. Bi çalakiyên rewa sîstema perwerdeyê ya dewletê têk bibin. Ezmûnên tevgera siyasî bi me daye zanîn ku bi çalaki û pêkanînan guhertina qanûnên qedexeker pêkan e. Ji bo xebatên vê qada zimanî hewceyî bi piştevaniya TZPKurdî heye ku ev bi salane di vî warî de xebatên bêhempa dike û têkoşîna xwe berdewam dike. "
Divê teqez mafê perwerdehiya zimanê kurdî biparêze
TZPKurdî daxwazên xwe yên ji bo konferansê wiha anî ziman: "Divê di biryarên kongreye de teqez mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya ji destpêkê heta dawiyê hebe. Her wiha zimanê statuya kurdan jî bi fermî bê qebûlkirin ku ew jî Kurdî ye. Li Bakura Kurdistanê du lehçeyên Kurdî hene ku ew Kurmancî û Kurmanckî ne, loma divê bêdiyarkirin ku kurd qedrê hemû lehçeyên xwe wekî hev digirin û wekî kurmancî kurmanckî ango zazakî xwedî hemû mafan e. Lazim e ku kongre bal bikîşîne ser siyaseta qirêjî ya dewletê ku kurmanckî ji kurdî diqetîne û bidin diyarkirin ku ev yekji bo kurdan xeteke sor e. Wekî dawî em ji kongreye daxwaz dikin ku komisyoneke ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê bê avakirin ku ew siyaseta ziman û perwerdehiyê çêke û ji bo pêkanîna daxwazan tê bikoşe û piştgirî li saziyên çandî, zimanî û perwerdehiyê bikin."