Turkdogan: Divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin

Turkdogan: Divê bi Ocalan re hevdîtin bên kirin

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku li Komîsyona Çareseriyê lê hat guhdarîkirin, nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka bi 3 pêvajoyên cûda yên dîrokî rave kir. Turkdogan xwest, Komîsyona Çareseriyê û heyeta Mirovên Aqilmend bi aliyê danûstandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Komîsyona Lêkolînkirinê ya Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê û Lêkolînkirin Rêyên Aştiya Civakî ya Parlamentê, doh li Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan guhdarî kir. Turkdogan di axaftina xwe de diyar kir, ku çavkaniya pirsgirêka Kurd polîtîkayên asîmîlasyonê yên etnîsîteya Tirk a xwedî feraseta afirandina dewleteke îdeolojîk e. Turkdogan got, "Hin pêvajoyên dîrokî hene ku van polîtîkayan rê li ber vekirine. Rewşa dîrokî ya nêzîkatiya dewletê li pirsgirêka Kurd mirov dikarin weha bînin ziman; Di navbera salên 1924-2009'an de înkar û tinekirina Kurdan, 2009-2012 naskirina Kurdan, lê tinekirina tevgera siyasî ya Kurdan, pêvajoya piştî 2013 li gel siyaseta naskirinê, mûxatabgirtina tevgera siyasî ya Kurdan, pejirandina çareseriya pirsgirêkê."

Turkdogan da xuyakirin ku pêvajoya diyalogê ya di pirsgirêka Kurd de, di 20'ê Adara sala 1993'an bi agirbesta PKK'ê re destpê kiriye û got, "Ev pêvajoya diyalogê ne pêvajoyeke nû ye. Dewletê ji aliyekî ve di rêya dijwariyê de meşiya, ji aliyê din ve jî rêyên diyalogê vekirî hiştiye. Ev agirbesta heştemîn e. Em êdî ji pêvajoya diyalogê derbasî pêvajoya danûstandinan bûn."

PÊŞNIYAR

Turkdogan ji bo çareseriya pirsgirêkê ev pêşniyar kirin: "Li Tirkiyê rastiyeke wendahiyan heye, divê akûbeta van mirovan were lêpirsîn û eşkerekirin. Mijareke din a ewçend girîng jî, kuştinên kiryarên wan ne diyar e. Di mijara kuştinên kiryarên wan ne diyar de, pirsgirêkên giran hene, lêpirsîn û lêkolînkirine cidî nayê meşandin. Wekî din, divê teqez destûreke nû ya bingehîn bê avakirin. Divê tevlêkar û vekirî be. Her weha divê xwedî naverokek hurmeta ji mafên mirovan be. Rêveberiya ji cih, divê bi destûra bingehîn were ewlekirin. Pêwîste di pêvajoya çareseriyê de guherînên demokratîk werin kirin. Divê "Sonda me" ya her roj bi Kurd û komên din ên etnîkî didin xwedin, were rakirin. Mayinên li herêmê ji bo sivîlan gefeke mezin a jiyanê ne. Pêwîste di vê mijarê de planek çalakiyan bê amadekirin. Hem Komîsyona Çareseriyê, hem jî heyeta Mirovên Aqilmend, divê bi aliyê danûstandinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hevdîtinan bike."

Di civînê de biryat hat dayîn ku ji bo lêkolînên li girtîgehan heyet ji Parlamantera AKP'ê ya Edenê Fatoş Gurkan, Parlamenterê AKP'ê yê Semsûrê Mehmet Metîner û Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû komîsyonek were avakirin. Hat ragihandin, ku heyet wê îro saet di 14'an de li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê bi girtiyên nexweş re hevdîtinê bike.

Civîna komîsyonê bi axaftinên parlamenterên AKP û BDP'ê bi dawî bû.