TUHAD FED: Dixwazin girtiyan perçe bikin

TUHAD FED: Dixwazin girtiyan perçe bikin

Hikûmeta AKP'ê ku dibêje 'ezê girtîgehan vala bikim' li şûna girtîgehan vala bike girtiyên siyasî sirgûnî herêmê Derya Reş, Marmara û Egeyê dike. Girtiyên ku bi hezaran kîlometre ji malbatên xwe dûr dikevin rastî cezayên hucreyan û ragihandinê tên. Malbatên ku zarokên wan sirgûn dibin, gelek mexdûr dibin. Seroka Şaxa TUHAD FED'ê Zubeyde Teker diyar kir ku di rojên dawî de sirgûn pir zêde dibin û sebeba sirgûnê ewe ku birêxistina di nava girtiyan de parçe bikin û malbatan jî bidin ceza kin. Teker, anî ziman ku bi sirgûnê tecrîda di nava tecrîdê pêş dixin.

18 girtiyên ji doza PKK'ê di 25 Îlona 2013’an de li Çewlikê di serdapê de xwe rizgar kiribûn. Piştî rizgarkirina girtiyên PKK'ê 3 mah derbas bûn. Piştî vê çalakiyê zextên li ser girtiyên siyasî derketin asta jor. Di 3 mehên dawî de zêdeyî 250 girtiyên siyasî ji girtîgehên herêmê sirgûrî girtîgehên Derya Reş, Tirakya, Marmara, Tekirdag , Îzmirê û Çankiri hatin kirin. Girtiyên ku tênsirgûn kirin rastî tundiya derûnî, fîzîk û rastî zext û zordariyan tên. Der hakê sirgûnan de Seroka TUHAD FED'ê Zubeyde Teker anî ziman ku di girtigehan de heft hazar girtiyên PKK'ê û KCK'ê hene û dibin zext û sirgûnan dene û wiha axivî: "Di girtigehan de heft hazar girtiyên PKK'ê û KCK'ê hene, dema ku em hatin li ser gorevê em li 60 girtigehan dinêriyan lê di rojên dawî de ji ber sirgûn zêde dibin hejmara girtigehan bû 84. Li Tirkiyê di nava bajar û navçeyên biçûk girtêgehên nû hatin avakirin û girtiyên siyasî sigunê wan girtigehan hatin kirin. Di Kurdistanê de berê 20 girtigeh hebûn lê maha dawî de hejmara girtigehan bû 10 û li girtigehên Kurdistanê de kêmzêde 1.50 girtî hene. Hemû girtiyên siyasî sirgûn hatin kirin û piranî ji sirgunê bajarên Tirkiyê ên wek Derya Reş, Tirakya, Marmara, Tekirdag û Îzmirê hatin kirin."

'DIXWAZIN GIRTIYAN PERÇE BIKIN'

Teker, bi lêv kir ku politikayên sirgûnên ê li ser girtiyên siyasî ewe ku birêxistina girtiyan parçe bikin girtiyan sirgûnê cihe cuda dikin û got: "Wek ku tê zanin ev 40 sale girtiyên siyasî ji bo azadiya gelê Kurd di nava têkoşîneke mezin de ne. Her tim ji gel re pêşengî û rêbertiyê kirin e, hertim jibo moralê gelê Kurd têkoşînek mezin didin. Sistem vê dizanî û her tim li ser girtiyên siyasî zext, zordarî, îşkence û qatliaman li ser girtiyan dikir. Di rojên dawî de sirgûn pir zêde dibin. Sebeba sirgûnê ê herî sereke birêxistina di nava girtiyan de parçe bikin. Li ser navê sirgunê hemû girtiyan bixin bin tecrîdê û wan yek bi yek carna ji du sê kesan dixin hucreyê girtiyan bi vê şeklê bi rizandinê terkî mirinê dikin."

'DIXWAZIN GIRTIYAN JI MALBATAN DÛR BIXIN'

Teker, destnîşan kir ku, sesebê sirgûnê yek jî ewe ku girtiyan ji malbatên wan dûr bixin. Wek ku tê zanin malbatên girtiyan piranî xizanin nikarin biçin çem zarokên xwe û wiha berdewam kir: "Armanca dewletê ewe ku têkiliya girtiyan û malbatan ji hev kuq bike û girtiyan terkî tenê kirinê bike. Hikumet ji bo ku malbatan bêzarbike zarokên wan dişeyine Welatên dur û politikayên bêzarkirinê destpê dike. Malbat dema ku diçin hevdîtina zarokên xwe rastî tundîtiya psikolojik tên. Gardiyan û rêveberên girtigehan zextên wek 'hun malbatên PKK'ê ne pirsan ji wan tên kirin û ên herî giran jî dema ku malbat diçin hevditinê li ser wan bi şeklekî bêzarkirinê li lêgerin dikin."

'DI DEMA SIRGÛNÊ DE GIRTÎ RASTÎ TUNDÎTIY FÎZÎKÎ TÊN'

Teker, daxuyand ku dewlet politikaya zihniyeta 12 Îlonê ber dewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku girtiyên siyasi dibin girtigehan li navê ewlehiyê girtiyan tip û tazî dikin. Lê dema ku girtî îtiraz dikin jî rastî tunîtiya fîzîkî tên. Ji bo ku îradeya girtiyan were şikandin gardiyan zextên derunî li ser wan didin kirin. Ev kiryar tu di zagonanên girtigehan de nehatiye dayin. Ev jî dibe nişaneya zihnîyeta 12 Îlonê û dewlet heya îro politikayên xwe yê bivî şeklî didomin e. Heya niha serlêdanên ku hatine kirir tu encam ne hatiye standin.

'MALBAT JÎ WEKÎ GIRTIYÊN SIYASÎ XWEDÎ RÛMET IN'

Zubeyde Teker gotinên xwe wiha bi dawî kir "Di vê çarçovey de tiştê herî rastî ewe ku her çikaz rewşa girtiyeke siyasî zaxmet be, rawşa malbatên girtiyen siyasî ji hewkaz zaxmet e û her wiha her çikaz girtiyekê siyasî xwedî rûmetek be, malbatên girtiyên siyasî hewkaz bi rûmet e."