Tûglûk ji bo Ocalan banga lezgîn li hukûmetê kir
Tûglûk ji bo Ocalan banga lezgîn li hukûmetê kir
Tûglûk ji bo Ocalan banga lezgîn li hukûmetê kir
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk der heqê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji hukûmeta AKP'ê û Wezareta Edaletê xwest bi lezgînî têkevin nava tevgerê. Tûglûk got, "Tenduristiya kesayetê dîrokî Birêz Ocalan, ne mijareke ji rêzê ye. Divê tavilê heyetek ji doktorên serbixwe yên pispor biçe Îmraliyê."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk der heqê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tûglûk da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a nêzî 100 salî, ew di demeke dîrokî re derbas dibin û got, "Di hevdîtina hefteya derbasbûyî de Birêz Ocalan ji birayê xwe re behsa pirsgirêkên xwe yên cidî yên tenduristiyê kiriye û xwestiye heyetek ji doktorên pispor ên serbixwe bên wî muayene bike. Di devê Birêz Ocalan de birîn der dibin, roj bi roj çavên wî zêdetir dişewite û hêsir jê tê, di qirik û pozê wî de şewat hene. Bêguman sedema xerabûna tenduristiya Birêz Ocalan şert û mercên girtîgehê yên tê de ye. Zêdeyî 14 salan di kortikek çend metrekareyî de di mercên li dijî rûmeta mirovahiyê de mehkûmî jiyanê hat kirin û ev yek bû sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên mijara gotinê. Di ser van mercên giran ên tecrîdê de nêma Girava Îmraliyê ya giran, tenduristiya Birêz Ocalan di nava 14 salan de xera kiriye."
"PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN OCALAN LI NAVA CIVAKÊ RÊ LI BER FIKARAN VEDIKE"
Tûglûk da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd û tenduristiya Ocalan di zikhev de ne û got, "Pêwîste şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Birêz Ocalan, li gel pêvajoya heyî bê nirxandin. Ji xwe di warê huqûqî de jî divê şert û mercên baş ên tenduristiyê ji bo Ocalan bên sererastkirin û heyeteke ji doktorên serbixwe yên pispor, wî muayene bike. Di warê siyasî de jî, rol û mîsyona Birêz Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de, vê ferz dike. Hem di warê huqûqî hem jî di warê siyasî de divê şert û mercên tenduristiyê yên Birêz Ocalan bên sererastkirin."
Aysel Tûglûk diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan di nava civakê de rê li ber fikar û gumanan vedike û destnîşan kir ku di vî warî de gelê Kurd gelekî hesas e. Tûglûk ev xal destnîşan kir: "Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêka herî giran a welêt û Rojhilata Navîn bi Birêz Ocalan re danûstandinan dike, ji aliyê din ve jî wî di şertên herî giran ên tecrîdê de radigirin. Ev ne rewşeke rast û wekhev e. Ne wicdanî ye. Ne li gorî rihê pêvajoyê ye. Ev yek dibe sedem ku fikar li ser demokratîkbûyîn û hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd bê kirin."
"DIVÊ HEYETEK DOKTORÊN SERBIXWE TAVILÊ BIÇE ÎMRALIYÊ"
Tûglûk bal kişand ser bêdengiya meqamên fermî yên li ser mijara rewşa nebaş a tenduristiya Ocalan û got, "Bêdengiya raya giştî û bêdengiya rayedarên hukûmetê, watedar e. Divê neyê jibîrkirin, tenduristiya Birêz Ocalan ne tenê ya gelê Kurd e, pirsgirêka dewletê ye. Tenduristiya kesayetê dîrokî Birêz Ocalan ne mijareke bi tenê ya ji rêzê ye. Divê herkes di haya berpirsyariyên xwe yên dîrokî de be û li gorî wê tevbigere. Divê heyetek ji doktorên serbixwe yên pispor tavilê biçe Girava Îmraliyê, destpêkê Birêz Ocalan muayene bike û dûre ji bo tedawiya wî çi pêwîste be bike. Ji bo vê yekê jî em bang li hukûmeta AKP'ê û Wezareta Edaletê dikin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Divê yekser bersivê bide serlêdanên ji bo avakirina hyeyeteke serbixwe ya doktoran. Divê demek beriya demekê heyeteke serbixwe ya doktoran bibe Îmraliyê."