Tûglûk: Hêrsa wan li berxwedanê ye!
Tûglûk: Hêrsa wan li berxwedanê ye!
Tûglûk: Hêrsa wan li berxwedanê ye!
Parlamentera Wanê Tûglûk destnîşan kir ku Tirkiye ji DAIŞ'ê sûdê werdigire û got, "DAIŞ weke hêza kujer a paşverûtiya herêmê, bi ser Kurdan ve hat dehfdan." Tûglûk li ser mijara avêtina kevir jî got, "Hêrsa wan li berxwedana gel e. Ji siyaseta Kurd, ji gelê Kurd ê li ber xwe dide, aciz in."
Parlamentera Wanê Aysel Tûglûk êrîşa li hemberî Kobanê, têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê û 'mijdara kevir' ji ANF'ê re nirxand.
Parlamentera Wanê Aysel Tûglûk diyar kir ku DAIŞ, "navê hêza kujer/wekîl e ku di serî de Tirkiye aktorên Sunnî yên herêmê ew avêtine naverastê" û ev nirxandin kir, "DAIŞ şerekî wekaletê dimeşîne. Ev yek carna li ser navê Tirkiyeyê yan jî bi kêrî Tirkiyeyê ye, carna jî bi kêrî Baasiyên kevin an jî rejîma Sûriyeyê tê. Her kes vê hêzê bi awayekî bikar tîne. Lê herî zêde Tirkiye jê sûdê werdigire. Ji xwe çeteyên DAIŞ'ê şerê xwe yê herî giran li Rojava li dijî Kurdan dimeşîne."
'HÊZA KUJER A PAŞVERÛTIYA HERÊMÊ YE'
Tûglûk got, "DAIŞ îdîa dike ku bi îdeolojiya Sunnî tevdigere, lê belê bi nakokiya Şîa re pev naçe" destnîşan kir ku DAIŞ bi temamî Kurdan, destketiyên Kurdan û erdnîgariya wan hedef digire û bi vî rengî hebûna xwe diparêze. Tûglûk diyar kir ku DAIŞ dixwaze ji nakokiya netewe-dewletên herêmê ya li ser Kurdan sûdê werbigire û got, "Ev rewş bi tena serê xwe têrê dike ku têkiliya vê rexistina bi navê DAIŞ'ê ya bi paşverûtiya herêmê û dewletên herêmê, bê fêmkirin. Ya misoger ev e; DAIŞ weke hêza kujer a paşverûtiya herêmê, bi ser Kurdan ve hat dehfdan. Û Îran û Tirkiye di vê mijarê de li hev kirin."
'TIRKIYE PLANA TÊKBIRINA KOBANÊ AMADE KIR'
Aysel Tûglûk ragihand ku êrîşa li hemberî Kobanê êrîşeke stratejîk e û ji bo fetisandina şoreşa Rojava ye. Tûglûk diyaloga civîna bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê berê Davûtoglû ya ku piştre li çapemeniyê belav bû bibîr xist û got, "Di vê civînê de planên ji bo têkbirina Kobanê dihat kirin. Dagirkirina Mûsilê jî tam tiyatro ye û pêwendiya xwe bi êrîşa li hemberî Kobanê heye. Bi vê yekê re rê li ber xurtbûna DAIŞ'ê, qezençkirina qad û lojîstîkê vekirin. Ne rasthatineke ku heman piştî vê yekê êrîşî Şengal, Mexmûr û Kobanê kirin. Me bi xwe jî berî çend rojan dîtin ku wê Mûsil bê dagirkirin. Wê demê kê destûra dagirkirinê da? Çima destûr da? Ev pirs girîng in. Piştî êrîşa li hemberî Rojava/Kobanê em baştir fêm dikin ku armanca esasî ya stratejîk; ji holê rakirina vîna Kurdên azad yan jî teslîmgirtina vê vînê ye."
Tûglûk da xuyakirin ku şoreşa Rojava bandorê li tevahiya herêmê dike û destnîşan kir ku ji bilî hêza cewherî Kurd xwedî ti garantiyê nîne û got, "Divê em jî vê hêza mezin û bi heybet, heta wergirtina encamê, gelekî bi bandor bikar bînin."
'EGER KOBANÊ TÊK BIÇE, PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WÊ BIQEDE'
Parlamentera Wanê Tûglûk got, "Welatên din DAIŞ'ê manîpule dikin û bikar tînin. Lê belê Tirkiye heta qirika xwe bi DAIŞ'ê re di nava têkiliyê û hevkariyê de ye. Şaşitiya stratejîk a Tirkiyeyê ev e û niha serê xwe xistiye ber xwe û difikire ku wê çawa karibe xwe ji vê rewşê xilas bike. Bi baldariyeke mezin li bendê ne ku Kobanê têk biçe. Bi hêza xwe ya li ser sînor bicih kiriye re, hema bêje li dijî Kobanê eniya 4. vekiriye. Bi tevlîbûna li nava koalîsyonê re, dixwaze 'derba xwe ya dawî' lê bide."
Tûglûk li ser 'pêvajoya çareseriyê' Tirkiye hişyar kir û got, "Divê Tirkiye vê baş bizanibe ku Kobanê têk biçe, wê pêvajoya çareseriyê biqede! Yalçin Akdogan, Serokwezîr, Serokkomar li şûna ku bi wî kevirê min ê biçûk re eleqedar bibin, bila bikevin nava hewldana rizgarkirina pêvajoyê."
'PKK'Ê DEST LÊ WERNEDABÛYA...'
Tûglûk diyar kir ku li Kobanê niha berxwedaneke cidî heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li dijî tankan bi çekên ferdî berxwedan tê nîşandan. Hêza rastî ya 'îmanê' ev e! DAIŞ'ê beriya niha bi mehekê bi hêzeke gelekî biçûk, hindik mabû xwe bigihîne Hewlêrê. Eger gerîlayên PKK'ê dest lê wernedabûna, Xwedê zanîbû Barzanî niha li ku derê ba! Lê hûn dibînin, ev bi mehan e bi çekên artêşekê êrîşî Kobanê dikin û hînê encamek negirtine. Ev berxwedan ti carî têk naçe, wê têk neçe. Kobanê bajarê Kurdan û gelên din e. Lê wê ti carî nebe yê DAIŞ'! Lê dikare ji DAIŞ'ê re bibe goristan! Wê bibe jî."
'EGER KURD BERÊ XWE BIDIN TIFAQÊN CUDA, WÊ TIRKIYE WINDA BIKE'
Tûglûk ji rêveberiya AKP'ê re axivî û destnîşan kir ku aramiya Bakur êdî ji Rojava derbas dibe. Tûglûk hişyariyên KCK'ê bibîr xist û anî ziman ku eger pêvajo biqede wê her kes neçar bimîne hesabên xwe ji nû ve bike.
Tûglûk diyar kir ku divê Tirkiye xwe nexapîne, eger Kobanê têk biçe wê herî zêde Tirkiye winda bike û got, "Kurd dikarin berê xwe bidin tifaqên nû û ji xwe re çeperên nû vekin. Em dibêjin divê tifaqa stratejîk bi Tirkiyeyê re dewam bike, lê belê diyare di van şert û mercan de pêkan nîne. Tirkiye di vî warî de ji dil xuya nake. Ew bi kêfa xwe. Kurd weke hêzeke stratejîk a Rojhilata Navîn wê êdî zehmetiyê nekişîne û berê xwe bide hevsengiyên cuda."
MIJARA KEVIR: BI HOVANE ÊRÎŞÎ DIKIN, GELO KEVIREK ZÊDEGAVÎ YE?
Tûglûk der barê sûcdariyên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên li ser avêtina kevirekî jê re gotibûn, "bê edep" û "hay ji xwe nîne" de ev daxuyanî da:
"Mijara min a avêtina kevir gelekî hat nîqaşkirin. 'Gotin gelo dibe ku wekîlek kevir biavêje'. Alîkarê Serokwezîr Akdogan got 'nankor'. Serokwezîr got, 'bê edep'. Serokkomar got 'hay ji xwe nîne'. Bêguman ev hemû mejiyê serdest û nêrînî ye. Her kesî ji xwe dibînin. Hewl didin bişibînin xwe. Dema ev nebû dibêjin, 'nankor, 'hay ji xwe nîne'... Bi dîtina min ew zilamên gir bila dev ji axaftina kevirê min ê biçûk berde, bila bifikirin ka ev pêvajoya herimandine, dikarin çawa rizgar bikin.
Em wekîlên Kurd ne elît in, em ê nebin. Gelê me li ku be, çi bike em ê jî wê bikin. Dema êrîşek bibe, em ê xwe jî gelê xwe jî biparêzin. Wê rojê gotin, 'em ê we hemûyan bikujin' û bi hovane êrîş kirin. Birêz Akdogan dibêje, 'leşker alîkariyê dide Rojavayiyên tên' lê belê rewşa li vir qet ne welê ye. Bi hovane êrîş kirin, êrîş dikin. Me kevirek avêt, gelo ev zêdegavî ye?!"
Tûglûk got, "Bi taybetî ji Akdogan, Erdogan û Davûtoglû re dibêjim" û wiha axivî: "Berî her tiştî yê ku DAIŞ ajot ser Rojava tuyî. Tu behsa kîjan mirovahiyê dikî? Bi deh hezaran mirov ji ber wan çeteyên te dehf da, bûn penaber, koçber bûn. Dixwazin malbatên xwe deynin û vegerin, vê carê jî destûra vegerê nayê dayîn û rastî êrîşê tên. Ew kevirê biçûk lê xwedî bandoreke mezin, di rewşeke bi vî rengî de hat avêtin. Ne bi armanca êrîşê, bi armanca parastinê bû.
Di esasê xwe de pirsgirêk ne avêtina kevirê min e. Hêrsa wan, sixêfên wan li berxwedanê ye. Li siyaseta Kurd, li gelê Kurd, li jinên Kurd ên berxwedêr e. Hewl didin zilma leşker û polîsan a li gelê me veşêrin. Dixwazin siyaseta Kurd binpê bikin, pasîfîze bikin û krîmînalîze bikin. Hêrsa wan, axaftinên wan ên bi sixêfan, ji ber vê ye."
'YÊ BÊ EDEP JÎ YÊ HAY JI XWE NÎNE JÎ HÛN IN!'
Tûglûk got, "gotina 'bê edep' a serokwezîrek ji parlamentereke din dibêje nîşan dide, ku siyaseta AKP'ê bi hest, raman, rêbaz û ûslûba xwe re çiqasî lumpen bûye" û got, "Davûtoglû dibêje ew di xewna xwe de jî bi Hegel re nîqaş dike. Bi dîtina min Hegel wî di xewnê de jî li ber çavan nagire."
Tûglû got, "Desthilatdariyek ku dizîtiya wan, nelirêtiya wan û derewên wan ewçend derketine asta herî bilind, ne tiştekî nû ye ku ji mirovên din re bêje 'nankor, bê edep û hay ji xwe nîne'. Wan bi zimanê xwe nîşan dan ku ew bi xwe çiqasî bê edep û hay ji xwe nînin. Ez van gotinan radestî wan dikim."