Tûgayeke din a YPG᾿ê hate damezrandin
Tûgayeke din a YPG᾿ê hate damezrandin
Tûgayeke din a YPG᾿ê hate damezrandin
Li bajaroka Til Temir a Rojavayê Krudistanê Tûgaya Şehîd Şevger a Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi merasîmekê hate damezirandin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Li bajarokaTil Temir avakirina Tûgaya Şehîd Şevger bi merasîmeke leşkerî ragihand.
YPG᾿ê di heman merasîmê de navenda Tabûra Şehîd Zîwer vekir. Merasîm li pêşiya navenda Tabûra Şehîd Zîwer bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandarê YPG'ê yê Til Temir Lewend Engîzek axivî û diyar kir ku Rojvayê Kurdistanê û herêma Til Temir ji destpêka şoreşê ve, bûne hedefa komên çekdar ên Artêşa Azad. Engîzek da zanîn ku YPG'ê bi hemû hêza xwe parastina herêmê kiriye û got:᾿̓ YPG᾿ê hêza netewî ya gelê Rojavayê Krudistanê ye û dê hemû pêkhateyên herêm biparêze.᾿̓
Di merasîmê de li ser navê malbata Şehîd Zîwer, xuşka wî Armanc Hisên axivî û vekirina tabûr û navendeê li gelê Til Temir pîroz kir.
Di berdewama merasîmê de nûnerên Meclisa Gel a Til Temirê, Partiya Asûrî ya Demokrat, Rêxistina Asûrî a Demokrat, Meclisa Aşîtiya Civakî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Pêkhateya Aşûrî, pêkhateya Erebî jî axivîn û avakirina Tûgaya Şehîd Şevger û vekirina navenda Tabûra Şehîd Zîwer pîroz kirin.
Mrasîm bi bi stranên Koma Tolhildan bi dawî bû.